Di şerê hêzên Şamê û çeteyan de kuştî û birîndar çêbûn

Li bakurê Laziqiyê ji ber şerê bi çeteyan re ji nava hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê kuştî û birîndar çêbûn.

Di şerê hêzên Şamê û çeteyan de kuştî û birîndar çêbûn
29 tebax, 2023   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), piştî ku hêzên Hizbullah ên alîgirên hikumeta Şamê êrişî eniya Nehşeba ya bakurê Lazîqiyê kir, di navbera çeteyên ′Fetih El Mubîn′ û hêzên hikumeta Şamê ji aliyekî ve û komên ′Hizbullahê′ ji aliyekî din ve şer derket.

Hat ragihandin ku di şer de ji hêzên hikumeta Şamê û komên Hizbullahê 2 kes hatine kuştin, 6 jî birîndar bûne.

Şerê dijwar ê li herêmê hê jî dewam dike.

(fr/c)