170 penaberên din li Girê Spî hatin bicihkirin

Dewleta Tirk a dagirker 170 penaberên din bi darê vegerandin û ew li Girê Spî ya dagirkirî bi cih kirin.

170 penaberên din li Girê Spî hatin bicihkirin
29 tebax, 2023   08:56
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji kantona Girê Spî ya dagirkirî dane, dewleta Tirk a dagirker duh 170 penaberên sûriyeyê li deriyê sînor radestî çeteyên "Polîsên leşkerî" kirin, da ku wan di malbatên koçberan de bi cih bikin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku penaberên hatine vegerandin ji Heleb, Idlib, Dêrazor, Hema, Humis û deverên din ên Sûriyeyê ne.

Bi vê mehê de hezar û 378 penaber li Girê Spî hatin bicihkirin û ji Nîsana borî ve zêdetirî 25 hezar li herêmên dagirkirî wekî Cerablus, Efrîn, Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî hatin bicihkirin.

(bb)

ANHA