El Burhan ji bo dîtina Sîsî diçe Misirê

Hate ragihandin ku fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El Burhan dê biçe Misirê, piştre jî dê serdana Erebistana Siûdî û Îmaratê bike.

El Burhan ji bo dîtina Sîsî diçe Misirê
29 tebax, 2023   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Meclisa Serdestiyê ya Demkî Sûdanê de hate gotin: “Fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El El Burhan îro berê xwe da Misirê da ku bi serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî re hevîdtinê bike.”

Ji destpêka şerê li Sûdanê ve ku 15′ê Nîsanê dest pê kir, ev cara yekemîn e ku El Burhan ji Sûdanê derdikeve.

Dîplomatekî misirî ji rojnameya El Erebî El Cedîd re aşkare kir ku El Burhan dê li gorî protokola pêşwazîkirina serokên dewletan li balafirgeha Elemên bi merasîmeke fermî ji aliyê Sîsî ve were pêşwazîkirin.

Heman dîplomatî da zanîn ku El Burhan piştî Misirê dê serdana Erebistana Siûdî û Îmaratê jî bike.

(bb)