Fîlmê `Gava Şitil Mezin Dibin` xelateke din wergirt

Li Swêdê di festîvala fîlman de “Gava Şitil Mezin Dibe” xelata lîstikvaniya mêr a herî baş wergirt.

Fîlmê `Gava Şitil Mezin Dibin` xelateke din wergirt
27 tebax, 2023   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 8’emîn Festîvala Fîlman a Vasteras and Nordic de ku li Swêdê hat lidarxistin, fîlmê “Gava Şitil Mezin Dibin”  ku ji aliyê Komuna Fîlman a Rojava ve hatiye çêkirin, di beşa fîlmên dirêj de xelata lîstikvanê mêr a herî baş wergirt.

Li ser navê ekîba fîlmê Girin Kasirga li paytexta Swêdê Stockholmê beşdarî merasîma xelatdayînê bû.

Ehmed Arif Hecona ku xelata lîstikvanê herî baş wergirtiye, di fîlmê de karakterê Huseyîn dilîze. Hecano ji bilî roleke kurt a vê fîlmê tu ezmûna lîstikvaniyê nîne. Hecano ku hosteyê hesinî ye niha li Kobanê dijî.

Gava “Şitil Mezin Dibin” ku derhêneriya wê Rêger Azad e, ligel Festîvala Fîlman a Vasterasê ya Swêdê xelata xwe ya çaremîn wergirt. Ji parzemîna Asya, Ewropa û Amerîkayê xelat wergirtine.

Tê plankirin ku di meha bê de fîlm li festîvalên fîlmên kurdî bê pêşandan.