Bi sedan şênî sersaxî dan malbata şehîd Necmedîn Feysel

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê û gundên wê, sersaxî dan malbata şehîd Necmedîn Feysel ku 23`yê Tebaxê di êrişa balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Bi sedan şênî sersaxî dan malbata şehîd Necmedîn Feysel
Bi sedan şênî sersaxî dan malbata şehîd Necmedîn Feysel
Bi sedan şênî sersaxî dan malbata şehîd Necmedîn Feysel
Bi sedan şênî sersaxî dan malbata şehîd Necmedîn Feysel
Bi sedan şênî sersaxî dan malbata şehîd Necmedîn Feysel
Bi sedan şênî sersaxî dan malbata şehîd Necmedîn Feysel
27 tebax, 2023   14:09
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê û gundên wê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Necmedîn Feysel bûn ku li gundê Cewheriye hatiye lidarxistin.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Seîd Ferso axivî û got: “Sûcên dewleta Tirk a dagirker ên bi serkêşiya Erdogan ên li dijî sivîlan, îsbat dike ku kiryarên terorîst in. Dewleta Tirk bi hedefgirtina kanala jinan, hewl dide ku rastiyê bitepsîne û tola DAIŞ`ê hilîne. Rastiya ku nûçegihan dixebitin ji bo ku ragihînin, ditepsîne.”

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Zîwer Şêxo jî diyar kir ku hedefgirtina kadkerên Jin TV di çarçoveya têkbirina destkeftiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê de tê.

Şêxo destnîşan kir ku jin li Rojava rolek di tevahî qadan de lîst ji têkoşîna li dijî terorê bigire het bigihêje aşkerakirina rastiyê û got ji ber wê jin tê hedefgirtin.

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê, Evîn Paşo axivî û got: “Rêya azadiyê rêyeke dijwar e û heta armanca pêwîst pêk were, divê têkoşîn berdewam bike.”

Evîn îşaret pê kir ku malbata şehîd Feysel rêya têkoşînê hilbijart û di wê oxirê de fedakarî kirin.

Endamê Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Adil Mela Emîn jî axivî û destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide bi tevahî rêbazan pergala demokratîk a li herêmê têk bibe.

Her wiha Emîn got: “Berdewamkirina têkoşînê, dê bersiva herî guncew a êrişan be. Divê em rêya şehîdan li ser bingeha ramana Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin.”

Di encama êrişa balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyeke kanala Jin TV de karmendê kanalê Necmedîn Feysel şehîd bû û nûçegihana kanalê Delîla Egîd birîndar bû.

(şx)

ANHA