Dewleta Tirk 3 girtî ji Girê Spî veguhastin girtîgehên Tirkiyeyê

Îstixbarata dewleta Tirk 3 girtî ji girtîgehên çeteyan ên li kantona Girê Spî veguhastin girtîgehên Tirkiyeyê.

Dewleta Tirk 3 girtî ji Girê Spî veguhastin girtîgehên Tirkiyeyê
26 tebax, 2023   18:13
EYN ÎSA

Çavkaniyek xwecih ji kantona dagirkirî ragihand ku îstixbarata dewleta Tirk a dagirker 3 girtiyên kurd ku di nav de keçek heye, yên di girtîgehên polîsa leşkerî de bûn, bi rêya deriyê sînor veguhastin girtîgehên Tirkiyeyê.

Li bi dehan şêniyên kantona Girê Spî ya dagirkirî yên di girtîgehên Tirkiyeyê de, cezayên 15 heta 20 saliyê tên birîn.

Dewleta Tirk bi vê kiryarê, tevahî qanûnên navneteweyî binpê dike ku dibêjin nabe tu kes li ser erda welatekî din bê darizandin.

(şx)