Şehîdên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin bibîranîn

Li Tirbespiyî Şehîdên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên li cih û demên cuda şehîd bûne, hatin bîranîn.

Şehîdên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin bibîranîn
Şehîdên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin bibîranîn
Şehîdên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin bibîranîn
26 tebax, 2023   17:32
QAMIŞLO

Li navenda Ciwanên Şoreşger a Navçeya Tirbespiyê ji bo bîranîna Şehîdên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên li cih û demên cûda şehîd bûne, merasîmek hat lidarxistin.

Merasîm bi beşdariya endamên Tevgera Ciwanan, saziyên civaka sivîl, şêniyên Tirbespiyê li dar ket.

Dûre bi navê Tevgera Jinên Ciwan a li Tirbespiyê Hela El Cazî axivî û got: "Di şexsê her sê şehîdan de, şehîd Vejîn Jiyan, Ozgur Ronî, Weed Elî Xelûf em hemû şehîdên Tevgera Azdiyê bi bîr tînin. Em soza şopandina rêya wan didin "

Hela di dewama axaftinên xwe de got: "Em soz didin şehîdên xwe ku çeka wan li erdê nehêlin û tola wan rakin."

Hela El Cazî di dawiya axaftnên xwe de weha got: "Em dê li hember her êrîşekê ku li ser herêmên me bê kirin, bê bersiv nemînin."

Merasîm bi Siloganên Bijî Rêber Ocalan,Şehîd Namirin bi dawî bû.

(ex)

ANHA