95 penaberên din derbasî Girê Spî hatin kirin

Desthilata dewleta Tirk a dagirker beşeke din a penaberên sûriyeyî derbasî kantona Girê spî kir. Bi wê re, hejmara penaberên ku di vê mehê de li herêmên hatine bicihkirin derket hezar û 208 penaberan.

95 penaberên din derbasî Girê Spî hatin kirin
26 tebax, 2023   18:13
EYN ÎSA

Çavkaniyek xwecih ji kantona Girê Spî ya dagirkir, diyar kir ku desthilata dewleta Tirk a dagirker îro bi rêya deriyê sînor, 95 penaberên sûriyeyî, radestî polîsên leşkerî ji bo ku wan li malên koçberan bi cih bikin.

Heman çavkanî, penaber ji Hema, Heleb, Dêrazor, Idlibê û herêmên din ên Sûriyeyê ne.

Bi vê koçberkirinê re, hejmara penaberên sûriyeyî ji destpêka Tebaxê ve derbasî herêmê hatine kirin, derket hezar û 208 penaberan.

Dewleta Tirk a dagirker derxistina penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê ber bi herêmên Sûriyeyê yên ku dagir kirine wek Cerabulus, Efrîn, Serêkaniyê û deverên din, di 4 mehên dawîn de zêde kiriye. Hejmara penaberên ku di 2 qonaxan de derbasî herêmê hatin kirin, gihaşt 4 hezar penaberî. 

(şx)