'Dewleta Tirk dijberiya belgekirina dîroka jina azad dike'

Platforma Çalakiyan a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, dewleta Tirk a dagirker dijberiya belgekirina dîroka jinan azad dike. Her wiha anî ziman ku bêdengiya hêzên navneteweyî sûcên dewleta Tirk, rewa dike.

'Dewleta Tirk dijberiya belgekirina dîroka jina azad dike'
26 tebax, 2023   12:36
REQA

Bi dehan endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Platforma Çalakiyan a Tevger û Rêxistinên Jinan, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û nivîsgehên jinan ên partiyên siyasî li ber avahiya Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarê Reqayê kom bûn û têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Nesrîn El Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên li ser herêmên Rêveberiya Xweser hatin şermezarkirin û hate gotin, Rêveberiya Xweser projeyeke exlaqî û demokratîk e ku mafên tevahî pêkhateyên diparêze.

Di daxuyaniyê îşaret bi êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî êrişên li ser jinan hate kirin û wiha hat domandin: "Binpêkirin û êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet li ser jinan dewam dikin. Dewleta Tirk bi hemû cureyên çekan û bi balafirên bêmirov ên biçek êrişên xwe li dijî têkoşer û parêzvanên welatên xwe didomîne. Tevî bertekên li hemberî van êrişan jî, lê heta niha me tu bersiv wernegirtine."

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk a dagirker bi van sûcan îsbat dike ku dijberê belgekirina dîroka jinên azad e: "Hîna jî balafirên bêmirov ên biçek jinên me yên pêşeng û rêveber ên ku ji bo pêkanîna edalet, wekhevî, aştî û ewlehiyê tê dikoşin, dikin hedef. Dewleta Tirk bi vê yekê bes nedît, nûçegihan û rojnamevanên me yên ku dengê heqîqetê radighînin û tevahî sûcên plankirî yên ku dewleta Tirk a dagirker, teşhîr dikin, dike armanc. Dewleta Tirk bi van sûcan rastiya xwe keşif dike ku dijberî belgekirina dîroka jina azad e. Dewleta Tirk tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî û azadiya derbirînê bin pê dike."

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker êrişeke hovane pêk anî. Bi balafireke bêmirov a biçek erebeya ekîba JIN TV'yê kir hedef. Di êrişê de xebatkarê JIN TV'yê Necmedîn Feysel şehîd bû û nûçegihan Delîla Egîd birîndar bû. JIN TV'yê rewşa civakî, siyasî, çandî û aborî ya jinan radighîne, tevahî binpêkirin û hemû cureyên tundiya ku li ser jinan têne kirine, belge dike.''

Platforma Çalakiyên Tevger û Rêxistinên Jinan bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ji bêdengiya xwe derkeve û got, bêdengî binpêkirnên hovane rewa dike. Her wiha got, xebatên ji bo ragihandina dengê jina azad û pêkanîna edaletê wê dewam bikin.

(bb)

ANHA