Parkên giştî yên Kobanê cihê bêhnvedanê ne

Şêniyên kantona Kobanê ji bo bêhnvedanê berê xwe didin parkên giştî.

Parkên giştî yên Kobanê cihê bêhnvedanê ne
Parkên giştî yên Kobanê cihê bêhnvedanê ne
Parkên giştî yên Kobanê cihê bêhnvedanê ne
Parkên giştî yên Kobanê cihê bêhnvedanê ne
Parkên giştî yên Kobanê cihê bêhnvedanê ne
26 tebax, 2023   05:28
KOBANÊ

Li bajarê Kobanê 9 park (4 mezin û 5 biçûk) û daristanek hene. Şênî ji bo bêhnvedanê berê xwe didin wan cihan.

Ajansa me ji hundirê parka Kobanê ya giştî dîmenên şênî û zarokan girtin.

Der barê tevgera şêniyan di parkên giştî de, rêveberê parka giştî ya Kobanê Rêber Hecano got: "Ji bo ku em bala şêniyan bikişînin ser parkan û dilê şêniyan, bi taybet zarokan xweş bikin, em tê de şahiyên hunerî û pêşbirkan li dar dixin. Bi pirbûna daran û lîstokên zarokan rewşeke xweş bidin bajêr."

Rêber Hecano anî ziman ku piştî têkbirina êrişên çeteyên DAIŞ'ê, êdî pêwîstiya Kobanê bi projeyên wek avakirina parkan û çandina daran hebû, da ku bajar mîna berê geş vegere.

Rêveberiya Parkan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê xebatên jinûve avakirin û serersatkirina parkan dike, ku di salên dawîn de ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker hatibû paşguhkirin. Rêveberiya Xweser plan dike ku 3 parkên din li bajêr ava bike.

 (mh)

ANHA