Navenda Metro hedefgirtina rojnamevanan şermezar kir

Navenda Metro ya ji bo parastina mafên rojnamegeran êrişa dewleta Tirk a li ser kedkarên Jin Tv şermezar kir û got, pêwîste civaka navneteweyî pêşî li êrişên dewleta Tirk ên li ser sivîl û saziyên sivîl bigre.

Navenda Metro hedefgirtina rojnamevanan şermezar kir
24 tebax, 2023   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Metro ya ji bo parastina mafên rojnamegeran têkildarî êrişa duh a dewleta Tirk a li ser kedkarên Jin Tv ku di encamê de karmendek şehîd bû û nûçegihanek jî birîndar bibû, daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniya Navenda Metro de êriş bi tundî hate şermezarkirin û hate gotin: “Em daxwazê ji rêxistinên navneteweyî dikin ku zextê bikin da ku pêşî li êrişên li ser kesên ku ne di nava şeran de ne, bigire.”

Di daxuyaniya Navenda Metro de tê diyarkirin ku ne cara yekem e dewleta Tirk bi balafiran êriş sivîlan dike û hate destnîşankirin: “Di 13’ê Cotmeha 2019’an de karwanekî wesayîtên sivîl li Serêkaniyê bombebaran kiribû, di wê êrişê de 11 kes şehîd bûbûn û 74 kes jî birîndar bûbûn. Di wê êrişê de jî nûçegihanê ANF’ê Seîd Ehmed şehîd bû û 7 rojnamevanên din ku di nav wan de biyanî jî hebûn, birîndar bûn.”