Dewleta Tirk a dagirker li Başûr jî wesayîtek bombe kir

Balafireke bêmirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Sinînê ya ser bi bajaroka Sîdekan a girêdayî Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê wesayîtek bombebaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker li Başûr jî wesayîtek bombe kir
24 tebax, 2023   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, hemwextî serdana wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan a ji bo Hewlêrê, di saetên sibehê de balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Sinînê ya ser bi bajaroka Sîdekan a girêdayî Hewlêrê wesayîtek bombebaran kiriye.

Hat ragihandin ku di êrişê de wesayît şewitiye, lê tu zirarên canî pêk nehatine.

(c)