Rojnamevana di êrişa dewleta Tirk de birîndar bibû di bin çavdêriyê de ye

Nûçegihana JIN TV Delîla Egîd ku di êrişa duh ya dewleta Tirk a dagirker de bi giranî birîndar bibû di bin çavdêriya bijîşkan de ye.

Rojnamevana di êrişa dewleta Tirk de birîndar bibû di bin çavdêriyê de ye
24 tebax, 2023   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (23`yê Tebaxê) di saetên piştî nîvro de balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo-Amûdê erebeya JIN TV bombe kir. Di êrişê de karmendê JIN TV yê bi navê navê Necmeddîn Feysel Sînan şehîd bû, nûçegîhana JIN TV Delîla Egîd jî birîndar bû.

Delîla ku bi giranî birîndar bû ji aliyê welatiyên herêmê û tîmên rewşê awarte ve bo nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo hat rakirin. Li gorî agahiyên ku ajansa me ji kadroyên nexweşxaneyê wergirtine, rojnamevan Delîla Egîd ji emeliyatê derketiye û niha di bin çavderiya bijîşkan de ye.

(cb/c)

ANHA