​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-8-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-8-2023
23 tebax, 2023   23:00

Welatî û mamosteyê akademiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelîl Behrem Umer destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi avakirina pergaleke fikrî ya giştî ji bo rizgariya gelan, li hember pergala hegemonîk bi ser ket. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojên 18 û 19`ê Tebaxê li paytexta Lubnanê Beyrûdê zêdetirî 80 parêzvanên mafên jinan li hev civiyan. Yekparebûna êş, elem û têkoşînê jinên ji Tunis, Lubnan, Misir, Yemen, Iraq, Filistîn, Urdin, Tirkiye, Îran, Sûdan û Sûriyeyê di bin dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” de gihandin hev. Jinên têgihîştî yên ji çand, nasname û zimanên cuda hemû astengiyên ku sîstema baviksalarî danîbû pêşiya kombûna wan a fîzîkî derbas kirin û bi hêviyeke mezin a guhertinê tevlî vê xebata hêja bûn. Bêguman hemû xebatên jinan xwedî xweşikkbûn û taybetiyeke cuda ne.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê diyar kir ku ew ne li dijî vegera li kantona Efrînê ne, lê belê divê bêyî hebûna dewleta Tirk a dagirker be û got “Cezayên Amerîkayê li dijî 2 serçeteyên komên çete têra şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrînê nakin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Saleke din li ser dagirkirina bakurê Sûriyeyê; ji çemê Firatê heta Ezaz, Heleb û Idlibê re derbas dibe. Dagirkirin, li ser serê niştecihên wê mîna kabûsê bû. 7 sal têrê kir ku bakurê Sûriyeyê veguhere herêmeke wisa ku dişibe wîlayetên Tirkiyeyê.

Tevî ku bi gefên kuştinê re rû bi rû man, lê komeke şêniyên Reqayê piştî dagirkirina bajêr ji aliyê çeteyan ve û 4 sal di bin kontrola DAIŞ'ê de man, hemû belgeyên mal, xanî û dikanên xwe parastina. Piştî rizgarkirina Reqayê wan hemû belge radestî Meclisa Sivîl a Reqayê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dayîka efrînî ya di malê wê de, malbateke ji  xotayê dijîn, diyar kir ku dema vegere Efrînê wê Efrînê mîna bajarê herî bi tirs bibînê (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçber Ebdurezaq El Omer bi keser li mala xwe ya li gundê xwe yê dagirkirî dinêre û wê dîmenê bi zarokekî re xwe pare dike ku nîşaneyên mala xwe biparêze û got ew ê piştî demekê vegera mala xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) têkildarî êrişa duh a li dijî erebeya Jin TV li pêşiya avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyekê dide. Saet di 11:00`an de (bi wêne û dîmen)

Şêniyên Efrîn û Şehbayê sersaxî didin malbata şervanê HRE`yê Efrîn Êriş ku di 15`ê Tebaxê de şehîd bûbû. Merasîma sersaxiyê li pêşiya mala malbata şehîd a li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawayê saet di 17:00`an de li dar dikeve.(BI WÊNE Û DÎMEN)