Cemal Reşîd: Li gel hebûna dewleta Tirk vegera li Efrînê nabe

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê diyar kir ku ew ne li dijî vegera li kantona Efrînê ne, lê belê divê bêyî hebûna dewleta Tirk a dagirker be û got “Cezayên Amerîkayê li dijî 2 serçeteyên komên çete têra şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrînê nakin."

Cemal Reşîd: Li gel hebûna dewleta Tirk vegera li Efrînê nabe
24 tebax, 2023   02:38
ŞEHBA - CÛDÎ SÎPAN

Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di 17′ê Tebaxê de ceza li dijî serçeteyê ′Sultan Suleyman Şah′ ku bi ′Emşat′ tê naskirin û serçeteyê çeteyên ′Hemzat′ ên dewleta Tirk a dagirker birîn. Wan serçeteyan li Efrîna dagirkirî sûcên dermirovî yên wekî revandin, binpêkirinên fîzîkî û tecawiz kirine.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di 2′yê Tebaxê de got tiştê dewleta Tirk li Efrînê dike ne guhartina demografiyê ye.

Li ser wê yekê, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd ji ajansa me re wiha got: "Ferzkirina cezayên li dijî serçeteyên Sultan Suleyman Şah û Hemzat ji hêla Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ve heta astekê baş e, lê têra şermezarkirina sûcên li dijî şêniyên Efrînê nake."

Reşîd diyar kir ku sûcên ev komên çete li Efrîna dagirkirî dikin, yekser bi fermana dewleta Tirk a dagirker ku ji destpêka krîza Sûriyeyê ve piştgriya terorê kiriye, pêk tên. Lê bi sedema hevsengiyên siyasetên navneteweyî tu biryarên navneteweyî li dijî dagirkeriya Tirk ya li Efrînê nehatin dayîn.

Reşîd wiha domand: "Bi dehan komên çete hene ku sûcên şer û sûcên dermirovî li Efrîna dagirkirî bi çavdêriya dewleta Tirk a dagirker dikin. Ne tenê ew 2 komên ceza lê hatine birîn. Ger ceza hebin, divê destpêkê li dijî dewleta Tirk a dagirker û tevahî komên çete bên birîn."

Reşîd destnîşan kir ku ji dema dewleta Tirk û komên wê yên çete Efrîn dagir kiriye, tevahî cureyên sûcan li dijî niştecihên Efrînê tên kirin û rêxistinên navneteweyî tu daxuyaniyek ku wan sûcan şermezar bike, nedaye.

′KESÊN VEDIGERIN EFRÎNÊ TÊN REVANDIN′

Reşîd da zanîn ku hemwextî propagandaya ENKS′ê û hevkarê wê PDK′ê bi MÎT′a re ji bo vegera li Efrînê dike, bi dehan kesên vedigerin gundên xwe, tên revandin.

Reşîd aşkera kir ku komên çete yên dewleta Tirk a dagirker malbatek bi tevahî beriya ku bigihêjin Efrînê revand, bi dehan kesên mal û milkên wan hatine desteserkirin û nehiştine bikevin malên xwe, hatine belgekirin.

Her wiha Reşîd xuya kir ku kiryarên ENKS′ê xiyanet jî derbas kir û êdî piştgiriyê didin sûcên li dijî niştecihên Efrînê da ku berxwedan û vîna koçberên Efrînê yên li Şehbayê têk bibin.

‘EM NE LI DIJÎ VEGERA LI EFRÎNÊ NE’

Cemal Reşîd hişyarî da koçberên Efrînê yên li Şehbayê û got bi hebûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê veger ne pêkan e.

Her wiha Cemal Reşîd diyar kir ew ne li dijî vegera li Efrînê ne, lê divê bêyî hebûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê be û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ger vegerek hebe, dê piştî derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, vegereke komî be."

(fr)

ANHA