Meclisa Kongra Star êrişa li dijî kedkarên Jin TV şermezar kir

Meclisa Kongra Star têkildarî êrişa li dijî erebeya JIN TV ku di encamê de karmendek şehîd bû û nûçegihanek birîndar bû, daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de got: “Em hedefgirtina zarok, jinan û rojnamevanan ku dengê heqîqetê ne, şermezar dikin û bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hember vê êrişê erk û berpirsyariyên xwe bînin cih.

Meclisa Kongra Star êrişa li dijî kedkarên Jin TV şermezar kir
23 tebax, 2023   19:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî hedefgirtina erebeyeke rojnamevanan li nêzî xaçrêya gundê Til Şirî li ser rêya Amûdê-Qamişlo, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya meclisê wiha ye: “Bê navber şerê qirkirinê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî hebûn u îradeya jin û gelê kurd, bi taybet li dijî hebûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyê bi giştî dewam dike.

Bê ku qanûn û rêgezên mafê mrovan esas bigire, şerekî bê exalq li ser herêma kurdistanê pêk tîne.

Di her dem û kêliyê de şoreşa Rojava weke dijminê xwe diyar kiriye û li ser vê bingehê wek temamkirina gefên xwe bi her şêwazan êrişên xwe pê ktîne. Di nava deh salan de istqrar, aramî î jiyana jin, zarok, mêr û xwezaya herêmê di nava metirsiyê de dihêle.

Ji destekdayîna komên terorê û li dijî mirovahiyê di her kêliyê de komkujî pêk anîn û hêjî ev kiriyar didom in. Ji dagirkirina gelek herêman û koçkirina gelê wê bi darê zorê ji bo pêkanûna armancên xwe yên guhertina demografiyê, ji xirabkirina xwezayê, qutkirina dar û avê li ser herêmê, hedefgirtina pêşeng û rêveberên jiyana azad bi rê û rêbazên qirêj û bê exlaq, ev tevahî sûc hîna li ber çavên civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan berdewam in. Îro jî piştî danê nîvor wek berdewamiya van êrişan careke din û bi rêya dronan êriş kedkarên JIN TV hat kirin.

Bi vê êrişa tirsonek û ya bê pîvan ku sivilan û nûcegihana ji ber şopandin û ragihandin û eşkerekirina van gefan bi şev û roj li ser piyan in, kirin hedefa. Li gorî qanûnên cîhanê nabe kedkarên ragihandinê bên hedefgirtin. Lê ji ber ku dewleta Tirk bala cîhanê  nekişîne ser teror û kiriyarên xwe yên dermirovî ev êrişa tirsonek li dijî endamên ragihandinê pêk anî.

Em hedefgirtina jin, zarok û kedkarên ragihandinê ku dengê heqîqetê şermezar dikin. Em dengê xwe dighînin tevahiya saziyên mafê mirovan ên ku bi navê parastina mirovan xwe bi nav dikin û pênase dikin, ku xwe nebihîstî û nedîtî nekin dest, bi erka xwe ya mirovane rabin.”

(şx)‏