Sudanî û Fîdan li Bexdayê civîn

Serokwezîrê Iraqê li Bexdayê bi wezîrê Karên Derve yên Tirkiyeyê re civiya. Di civînê de Sudanî ji Tirkiyeyê xwest para avê ya Iraqê were berdan.

Sudanî û Fîdan li Bexdayê civîn
23 tebax, 2023   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan ji duh ve li Iraqê ye. Fîdan beriya çendekê li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî re civiya.

Li gorî ofîsa serokwezîrtiya Iraqê, di civînê de peywendiyên her du welatan hatine axaftin û hate gotin; “Iraq ji bo guftugokirina hemû dosyayan, bi taybet jî aborî, bazirganî û çareseriya qeyrana avê ya li Iraqê cidî ye. Sudanî ji Tirkiyeyê xwest rêjeya avê ya Iraqê were berdan. Her wiha Sudanî bal kêşa ser parastina mafên Iraqê. Her du welatan li ser pêkanîna lijneyek hevbeş a ji bo çareserkirina pirsgirêka avê li hev kirine.”

Li gorî heman daxuyaniyê, Hakan Fîdan jî ragihandiye ku ew amade ne di warên cûda de piştgiriya Iraqê bikin û ji bo çareseriya pirsgirêkên di navbera her du welatan de jî Tirkiye amade ye.