Li Minbic û Şehbayê bazirganên hişbirê hatin girtin - HATE NÛKIRIN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bazirganên madeyên hişbirê li Minbic û Şehbayê difirotin, girtin.

Li Minbic û Şehbayê bazirganên hişbirê hatin girtin - HATE NÛKIRIN
23 tebax, 2023   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û ev agahî dan:

“Hêzên me 2 bazirganên hişbir li Minbicê difirotin, girtin.

Li gorî agahiyên hatine, 2 kes bazirganiya hişbirê li ser rêya Bêzar dikin. Bi wê re hêzên me ew her du kes şopandin. Piştî ku agahî hatin komkirin ku ew hişbirê dibin û difiroşin, hatin girtin û ev tişt hatin desteserkirin:

Hezar û 51 hebên Captagonê
4 gram madeya crystal
Alavên bikaranînê
25 kilîtên kehrebeyê yên hatine dizîn
Kamereya çavdêriyê
Gustîleke kevn.

Hêzên me di 18′ê Tebaxê de 5 kesên li herêmên Şehbayê giyayê hişbirê diçand û hişbir difirotin, girtin û ev tişt desteserkirin:

517 hebên hişbir
13 şitlên giyayê hişbirê.
6 gram bodreya hişbirê.

Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li dijî Hişbirê bang li şêniyan kir ku ger we çi tevgerên têkildarî dan û standina hişbirê dît, agahiyê bidin hêzên wan."

(fr)