​​​​​​​HRW: Welatiyên ji ber êrişa dewleta Tirk koçber bûne di rewşên zehmet de dijîn

HRW′ê hişyarî da ku alîkariyên NY pêşkêşî kampên li herêmên Rêveberiya Xweser dike, têrê nake û ev yek bandorê li mafên wan ên bingehîn dike.

​​​​​​​HRW: Welatiyên ji ber êrişa dewleta Tirk koçber bûne di rewşên zehmet de dijîn
23 tebax, 2023   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) di raporeke xwe de da zanîn ku bi deh hezaran koçber li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene, alîkarî bi temamî nagihêjin wan û ev jî bandoreke neyînî li mafên wan ên bingehîn dike.

HRW′yê di rapora xwe de anî ziman ku pêdivî bi peydakirina rewşeke guncaw ji bo koçberan heye, divê kanalîzasyon baş bin, xwarin temam be, ava vexwarinê ya paqij bigihîne wan, xizmetên tenduristî û xwendinê baş bin.

HRW′ê bal kişand ser alîkariyên wekaletên Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşkêşî kampên li herêmên Rêveberiya Xweser dikin û got ew alîkarê têrê nakin.

Di rapora HRW′ê de hate gotin ku rêxistinên sivîl ên navneteweyî alîkariyên sînordarkirî pêşkêş dikin, ev yek jî bi xwe re gelek pirsgirêkan derdixe; di encamê de xizmetên tenduristî û paqijî têk diçin, madeyên bingehîn di demên germ û sermayê de kêm dibin. Ew yek bi xwe re metirsiyan tîne.

Gerînendeya Beşa Rojhilata Navîn a HRW′ê Adam Coogle got: "Piştî êrişa dewleta Tirk a li dijî bajar û bajarokan, 4 sal di ser koçberkirina bi sed hezaran re ber bi Bakur û Rojhilat Sûriyeyê ve derbas bûn û li cihekî ewle digerin. Lê bi sedema kêmbûna alîkariyan ew di rewşên zehmet de ne."

HRW′ê bang li hikumeta Şamê jî kir ku astengiyên li pêş gihandina alîkariyan ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, bi dawî bike.

Coogle anî ziman koçberî dewam dike û pêdiviya kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hewldanên zêde yên mirovî heye.

(fr)