​​​​​​​Siyasetmedar: Hevkariya hêzên navneteweyî bi dewleta Tirk re diyar e

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê destnîşan kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkî, êdî eşkere bûn û hêzên navneteweyî bi dewleta Tirk re hevkar in. Her wiha gelê Sûriyeyê ji ber projeya osmanî ya ku dewleta Tirk dixwaze li herêmê temam bike, hişyar kirin.

​​​​​​​Siyasetmedar: Hevkariya hêzên navneteweyî bi dewleta Tirk re diyar e
22 tebax, 2023   02:36
REQA – ENES MIHEMED

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca ku deverên dagirkirî veguhêze wîlayetên Tirkî û demografiya wan biguherîne û bêhtir xaka Sûriyeyê dagir bike, sûcên xwe yên li dijî şêniyên deverên dagirkirî û yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû rêbazan didomîne.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El Qeftan ji ajansa me re der barê siyasetên dewleta Tirk a dagirker de wiha axivî: "Hîn jî dewleta Tirk a dagirker hemû rêbazên tirsandinê li dijî şêniyan didomîne û hewl dide ku temenê aloziyê dirêj bike û çareser neke."

El Qeftan wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku gelan bidest bike, ji bo ku siyaseta xwe ya osmanî ferz bike û xaka Sûriyeyê ji Sûriyeyê qut bike û bi dewleta Tirk ve girê bide."

El Qeftan destnîşan kir ku divê gelê Sûriyeyê armancên dewleta Tirk a dagirker baş nas bike ku ew dixwaze gel birçî bike û hemû deverên dagirkirî dorpêç bike û gelê wê biçewsîne.

Her wiha El Qeftan got: "Tirkiye nabe deriyê çareseriya kirîza Sûriyeyê, ew bi rêya kontrolkirina opozîsyonê hewl dide ku hişmendiya Osmanî ferz bike."

El Qeftan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bilî kuştin û zordestiyê berê xwe da zeviyên çandiniyê û rûbereke berfireh şewitand."

El Qeftan bang li gelê Sûriyeyê kir ku ji çavnebariya dewleta Tirk a dagirker hişyar bin û got: "Divê Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara 2254 û yên din ên têkildar bilez pêk bîne."

Di heman çarçoveyê de, serokê Nivîsgeha Partiya Sûriya Pêşerojê Gidêran Welîd Mûsa got: "Ji destpêka kirîza Sûriyeyê de dewleta Tirk a dagirker hewl dide xaka Sûriyayê wek Skenderonê dagir bike û îro jî gelek deverên Sûriyeyê dagir kirine."

Mûsa wiha domand: "Em ê ji bo bidawîkirina terora Tirkiyeyê her yek bimînin û planên wê têk bibin."

Mûsa bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got: "Wan tu daxuyanî der barê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker de yên li dijî xaka Sûriyeyê nedane, ev jî nîşan dide ku ew hevkarên wê ne û dagirkerî qebûl kirine."

(mh/şx)

ANHA