Redîf El Şemal bû şampyonê Turnuvaya 2`yemîn a El Şemal

Kluba El Şemal û Meclisa Werzîşê ya Reqayê Turnuvaya 2`yemîn a Reqayê bi dawî kir. Di maça dawî de tîma Redîf El Şemal bi ser ket û bû şampyon.

Redîf El Şemal bû şampyonê Turnuvaya 2`yemîn a El Şemal
Redîf El Şemal bû şampyonê Turnuvaya 2`yemîn a El Şemal
Redîf El Şemal bû şampyonê Turnuvaya 2`yemîn a El Şemal
Redîf El Şemal bû şampyonê Turnuvaya 2`yemîn a El Şemal
Redîf El Şemal bû şampyonê Turnuvaya 2`yemîn a El Şemal
Redîf El Şemal bû şampyonê Turnuvaya 2`yemîn a El Şemal
Redîf El Şemal bû şampyonê Turnuvaya 2`yemîn a El Şemal
21 tebax, 2023   19:24
REQA

Kluba El Şemal û Meclisa Werzîşê ya Reqayê, 3`yê Tîrmehê turnuvaya fubolê bi beşdariya 58 tîman ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûrieyê dest pê kiribû.

Îro roja dawî a turnuvayê bû ku tîmên Redîf El Şema û El Bewasil maça dawîn li gundê Til El Simin ê başûr bakurê Reqayê lîstin.

Endamên Meclisa Werzîşê, gelek şênî û hezkiriyên lîstokê li maçê temaşe kirin.

Di dawiya maçê de tîma Redîf El Şemal bi encama 3-0 bi ser ket û bû şampyon.

Piştî bidawîbûna maçê, komîteya amadekar a turnuvayê 20 milyon lîre diyarî tîma serkeftî û 5 milyon lîre diyarî tîma duyemîn kir. 

(şx)

ANHA