Îsraîlê derdora Şamê topbaran kir

Dengê teqînên mezin ji derdora Şamê hatin bihîstin. SOHR`ê eşkere kir ku deng ji ber topbarana Îsraîlê ye.

Îsraîlê derdora Şamê topbaran kir
21 tebax, 2023   20:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Dengê teqînên mezin ji derdora Şamê hatin bihîstin. SANA`yê ragihandin ku lêpirsîn têkildarî teqînan berdewam e.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li ser hesabê xwe belav kir ku dengê teqînên mezin ji derdora Şamê hatin bihîstin di encama topbarana Îsraîlê de. Her wiha diyar kir ku pergala hewayî ya hikumeta Şamê hewl da moşekan bê bandor bike.

(şx)