Şoreşgerê ku neviyên Osmaniyan gora wî rûxand: Nûrî Dêrsimî

Nûrî Dêrsimê navê xwe di dîroka Kurdistanê de nemir kir û bû kelemek li hember Osmaniyan. Piştî 100 salan neviyên Osmaniyan heyfê ji gora wî ya li Efrînê hiltînin.

Şoreşgerê ku neviyên Osmaniyan gora wî rûxand: Nûrî Dêrsimî
22 tebax, 2023   00:36
ŞEHBA - CÛDÎ SÎPAN

Dr. Mihemed Nûrî Îbrahîm Dêrsimî mîna şoreşger û têkoşerên ku bi fedakariyên dane gelê xwe û welatê xwe, navê xwe di dîroka Kurdistanê de tomar kir.

Îro salvegera 50'emîn a koça dawîn a rewşenbîrê Kurd, têkoşer û şoreşgerê li dijî dagirkerên Kurdistanê, rêberê şoreşa Seyîd Riza, Dr. Mihemed Nûrî Îbrahîm Dêrsimî ye.

JIYANA NÛRÎ DÊRSIMÎ

Nûrî Dêrsimî di Adara 1893'yan de li gundê Axzironîkê yê navçaya Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Dema hîna zarok bû dayika wî jiyana xwe ji dest da û li mala apê xwe Mele Hesen mezin bû.

Dêrsimî li bajarokê Xozatê xwendina seretayî qedand, piştre bi bavê xwe re koçî Xarpêtê kir û xwendina xwe ya navîn li vir dewam kir. Ji ciwantiya xwe ve xebata siyasî kir.

Dêrsimî bi hevalên xwe Cafer, Qehreman û Heyder kurê Teymûr Paşa re Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê ava kir û xebatên nava yekitiyê heta qonaxa amadehiyê berdewam kir. Di sala 1911'an de bavê wî koçî Stenbolê kir û derbasî fakulteya beytariyê kir, pê re jî çalakiyên xwe yên ramanî û siyasî berdewam kirin. Di heman demê de têkiliyên xwe bi karker, hunermend û xwendekaran re xurt kirin. Dema ku li Stenbolê dixwend beşdarî Komeleya Hêvî bû. Her wiha bi komeke hevalên xwe re Komeleya Evîndarên Kurdistanê ava kir.

Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de (1914), Osmaniyan Dêrsimî wek berpirsekî leşkerî şand Azerbaycanê. Li wir jî xebatên xwe yên siyasî berdewam kirin û têkilî bi Kurdên Azerbaycanê re danî û ji wan xwest li gel Osmaniyan tev li şer nebin. Vê yekê Osmanî aciz kirin û li ser vê yekê ew ji artêşê derxistin û sirgûnî herêma Gîresun a Deryaya Reş kirin.

Dêrsimî xwendina xwe ya zanîngehê qedand û bi keça Hacî Axa re zewicî. Her wiha beşdarî Komeleya Were Kurdistanê bû û çalakiyên xwe yên siyasî di nava komeleyê de domandin. Dêrsimî ji bo raperîneke kurdî ya ji bo bidestxistina mafên neteweyî yê Kurdan dest bi amadekariyên rêxistinî û leşkerî kir. Di vê çarçoveyê de hezar û 500 tifeng peyda kirin û li hezar û 200 xwendekarên Kurd ên li Stenbol û Enqereyê belav kirin. Ji ber vê yekê jî hat girtin.

Dêrsimî bi alîkariya serokê dîwana şer Nemrûd Mistefa hat berdan. Piştre Osmaniyan ew şand Sêwazê, li wir jî Mustefa Kemal Ataturk peywendî pê re danî da ku wî tev li tevgera xwe bike, lê Dêrsimî daxwaza wî red kir. Ji ber redkirina tevlêbûnê jî waliyê Sêwazê bi fermana Ataturk ew girt.

Piştî ku hat berdan tev li raperîna Koçgiriyê bû. Lê ji ber çalakiya wî ya mezin di 25'ê Hezîrana 1921'an de biryara darvekirina wî hat dayîn. Lê karibû bireve û xwe bigihîna Dêrsimê.

Nûrî Dêrsimî bi kesayeta xwe ya xurt a cidî û rihê xwe yê ciwan dihat naskirin. Şervanekî zîrek bû ku di şerê li dijî Osmaniyan de hedefek jî şaş nekir.

Nûrî Dêrsimî ji aliyê Seyîd Riza ve hat erkdarkirin da ku eşîrên Kurd bike yek û dest bi amadekariyên serhildanê bikin. Li ser vê yekê dest bi serferberkirina gel kir û ji wan xwest li gel têkoşînê xwe fêrî zimanê kurdî bikin. Dema ku serhildan dest pê kir, Osmaniyan êrişeke hovane bir ser herêma Dêrsimê. Di êrişê de Elî kurê Nûrî Dêrsimî şehîd bû. Piştre Seyîd Riza, Dêrsimî ji bo karê dîplomatîk, xurtkirina têkiliyan û belavkirina fikrê rizgariyê şand derveyî welat. Li ser vê yekê Sûriye cihê herî ewle ji bo wî bû.

Li Sûriyeyê jî Dêrsimî bi rewşenbîr û siyasetmendarê Kurd Kamîran Bedirxan re civiya. Bedirxan alîkarî da wî ku biçe bajarê Iskenderiye yê Misirê da ku berpirsên Ereb bi pirsgirêka Kurd û komkujiyên ku Tirkan li dijî Dêrsimê kirine, bide nasîn. Her wiha Dêrsimî peywendî bi kesayetên Kurd ên li Sûriyeyê re pêk anîn.

Dêrsimê di Komeleya Xoybûnê de jî cih girt û ji bo rêvebirina çalakiyên li Sûriyeyê yên bi armanca astengkirina veqetandina Lîwa Îskenderon hat erkdarkirin.

Piştî têkbirina Serhildana Dêrsimê û darvekirina Seyîd Riza, qetilkirina bi deh hezaran niştecihan û wêrankirina Dêrsimî bi temamî, Tirkên dagirker 4 hezar lîreyên tirkî ji bo qetilkirina Nûrî Dêrsimî veqetand.

Fransayê jî destpêkê biryar da ku Dêrsimî radestî Tirkan bike, lê piştre ji biryarê vegeriya. Nûnerê Fransayê ji Dêrsimî xwest biçe Urdinê. Dêrsimî di 24'ê Kanûna 1938'an de berê xwe da Urdinê, lê desthilata Tirk zext li qiralê Urdinê kir ku Dêrsimî ji Urdinê derxin. Li ser vê yekê Dr. Dêrsimî vegeriya Sûriyeyê. Li gorî biryara ku nasnameyê bidin welatiyên ku li gel wan, belgeyên îsbat dikin ku ji niştecihên Lîwa Îskenderon in, Dêrsimî nasnameya sûriyeyî bi dest xist. Piştre berê xwe da Helebê û heta 27'ê Îlona sala 1940'î lê ma, bi Ferîda ya keça rûspiyekê ji Dêrsimê re zewicî.

Li Helebê jî têkoşîna Nûrî Dêrsimê ranewestiya, pirtûk nivîsandin û rojnivîskên xwe bi pirtûkekê bi navê "Dêrsim di Dîroka Kurdistanê de" nivîsand, pirtûk di sala 1952'yan de li Helebê hat çapkirin. Dêrsimî yek ji damezirînerên Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyeyê bû ku di sala 1957'an de hat avakirin. Ev partî wek partiya yekem a Kurd li Sûriyeyê ye. Mala Dêrsimî ji bo rewşenbîr û wêjevanên Kurd bûbû wekî navendekê ku "Komeleya Zane û Hevkariyê ya Kurd'' di sala 1956'an de ava bû. Ji endamên damezirîner ên komeleyê Dr. Nûrî Dêrsimî, Rewşen Bedirxan, Hesen Hişyar, Osman Efendî, Heyder Heyder. Armancên vê komeleyê pêşxistina ziman, wêje û dîroka Kurdan e û nasandina wan bi cîhanê re ye. Her wiha gelek pirtûk çap kirin û gotar û lêkolînên li ser dîroka Kurdistanê yên bi zimanê erebî belav kirin.

Di 22'yê Tebaxa 1973'yan de Nûrî Dêrsimî koça dawî kir. Wesiyata wî ew bû ku li goristana Ziyaret Henan a li ser rêya Efrîn-Helebê were veşartin ku ji sala 1963'yan ji bo xwe û hevjîna xwe amade kiribû. Her wiha wesiyet kir ku karwanê cenazeyê wî di ber konsolosxaneya Tirk a li Helebê re derbas bibe. Ev wesiyat hat bicihanîn. Di salên 90'î yên sedsala borî de hevjîna wî Ferîde wefat kir û li kêleka wî hat veşartin.

Her wiha wesiyet kir ku pirtûka wî ya li ser Kurdistanê tevî kulmeke axa Dêrsimê li ber serî wî were danîn û ev gotin li ser gora wî were nivisandin; "Li ser vê rêka dijwar min jî kir pir hawar, da ji bo we rojekê dinya bibe gulbihar.”

NEVIYÊN OSMANIYAN TOLÊ JI GORA DÊRSIMÎ HILTÎNIN

Piştî derbasbûna derdora 100 salî, neviyên Osmaniyan ên dagirker tolê ji şoreşgerê Kurd hiltînin û di 23'yê Tebaxa 2018'an de goristana wî ya ji evîndarên azadiyê re bibû mezar, rûxand.

(bb)

ANHA