'Sedema bêdengiya li hemberî tecrîda li ser Rêber Ocalan berjewendî ne'

Pisporên Ereb diyar kir ku pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan beşeke siyaseta civata navneteweyî ye ku li berjewendiyên xwe digerin û pîvanên exlaq û nirxên mirovî li ber çavan nagirin.

'Sedema bêdengiya li hemberî tecrîda li ser Rêber Ocalan berjewendî ne'
21 tebax, 2023   23:41
QAHÎRE - MUHSIN EL MISIRÎ

Pêngavên piştgiriyê yên bi Rêber Abdullah Ocalan re dewam dikin.

Lêkolîner Welaa Ebû Sitêt a ji Misirê sedema bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan spartin berjewendiyan.

Welaa Ebû Sitêt ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku siyaseta berjewendiyan cîhanê bi rê ve dibe û Rêber Abdulalh Ocalan bû qurbaniyê wan siyasetan. Welaa Ebû Sitêt got: "Bi kurtasî tu kes destekê nade edaletê û bi edaletê re nasekine. Dema ku Tirkiyeyê bi derdora herêmî re dijber bû û dema ku siyasetên dijber li hemberî Ewropayê dimeşandin û bi kaxeza penaberan dilîze, tu kes li hemberî wê ranabe. Di hin mijaran de hinek bertek an helwestên zeîf hebûn. Lê niha, bi taybetî li gel nexşerêya nakokiyên navneteweyî û şerê li Ukraynayê helwest hat guhertin. Ji ber vê yekê em tu helwestan ne ji Ewropayê, ne ji DYA û ne jî ji civata navneteweyî û rêxistinên wê nabînin.”

Welaa Ebû Sitêt bi domdarî got: “Piraniya helwestên navneteweyî, mentiqê berjewendiyan ê  ku siyaseta navneteweyî bi rêve dibe, bi zelalî eşkere dike. Yê yekane ku zirarê dibîne Ocalan e. Ocalan di girtîgehê de li hember her kesî rabû û tecrîd kir cîhaneke berfireh a belavkirina fikrên xwe. Ya girîng niha ew e ku ramanê Ocalan bi awayekî berfireh li Ewropayê belav bûye. Di dawiyê de zeman têrê dike ku her kesî keşif bibe û duristbûna ramanên Ocalan îsbat bibe.”

Berdevka Însiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan û hiqûqnasa ji Lubnanê Sewsen Şoman jî anî ziman ku desthilata Tirk hewl dide ramanên Rêber Abdullah Ocalan biçewisîne ku banga pêkvejiyanê û mîsogerkirina mafên  hemû pêkhatyan dikin.

Sewsen Şoman ji ANHA'yê re got: "Pergalên serdest ji vî ramanî û ji belavbûna wê ditirsin, lewra hewl didin bi hemû rêbazan van ramanan qut bikin. Hikumeta Tirk jî vê yekê dike, ji ber ku ramanên Rêber Ocalan xetereyekê li ser pergalên xwedî feraseta totalîter çêdikin."

Sewsenê anî ziman ku dewletên mezin ên ku siyaseta cîhanê kontrol dikin her timî hewl dan herêma Rojhilata Navîn bikin navenda şer û nakokiyan da ku di encamê de berjewendiyên xwe pêk bînin û got: "Projeya demokratîk, pirrengî û pêkvejiyan e ku Ocalan pêşkêş kiriye ne li gorî planên firehbûnê yên navneteweyî yên van dewletan e."

Sewsen Şoman diyar kir ku erka hemû bawermendên ramanê Ocalan gavên cidî biavêjin û oza wî di qadên navneteweyî de û li gel rêxistinên têkildarî mafên mirovan bidin nasîn. Her wiha pêngavên naskirina ramanê Rêber Abdullah Ocalan li dar bixin da ku ev ramanê were belavkirin.

Berdevka Însiyatîfa Nûn goy: “Ji pêkanîna zextan li ser Tirkiyeyê girîngtir ew e ku rewşeke welê were afirandin ku doza vî rêberê yê ku bi dehan salan hatiye ragirtin û têkiliyên wî bi derve re hatine birîn, di aliyê cîhanê de were naskirin. Medyaye civakî roleke gelekî mezin di vî ware de dilîze. Her wiha bangên domdar ên parêzeran ên ji bo dîtina Ocalan dikarin bibin faktorên zextê yên ji bo rakirina tecrîdê.”

(bb)

ANHA