Hewldanên ENKS'ê yê rewakirina dagirkirina Efrînê hatin şermezarkirin

Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê hewldanên ENKS'ê yên rewakirina dagirkeriya Tirk a li Efrînê şermezar kirin.

Hewldanên ENKS'ê yê rewakirina dagirkirina Efrînê hatin şermezarkirin
20 tebax, 2023   11:19
ŞEHBA

Bi dehan endamên Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê, endamên deste, yekitî, meclisên navçeyan û Meclisa Rûspiyên Eşîran li qada sereke ya kampa Serdemê ya navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn û daxuyanî da

Endamê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Rizgar Lûlû û Welîd Dengelî bi zimanên kurdî û erebî daxuyanî xwend.

 Di daxuyaniyê de îşaret bi plana dewleta Tirk a dagirker a vegerandina mîlyonek penaberên sûriyeyî û biçihkirina wan li herêmên dagirkirî hate kirin û hate gotin, ev plan xetereyeke mezin û çarenûsî li ser binsaziya civakî û demgorafîk a herêmên dagirkirî çêdike. Her wiha  herêmên dagirkerî wekî bombeyên li ber teqînê bi nav kir.

Di dewama daxuyaniyê de behsa cezayên ku DYA'yê dane komên Hemzat û Emşat û şêfên wan û ev tişt hat gotin: "Efrîniyan cezayên ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê dane komên El Hemzat û Firqeya Silêman Şah (Emşat) û şêfên wan gaveke baş dibînin. Van koman binpêkirinên mezin li dijî Kurdên resen ên li Efrînê kirin. Sûcên ku kirine dighêjin asta sûcên şer û sûcên dermirovî. Lê ev ceza kêm dimîne ji ber ku dewleta Tirk a ku destekê dide her du doman û wan rêxistin dikin, nagire nava xwe."

' DEWLETA TIRK Û ÇETE BÛNE DOST'

Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê bal kişand ser hewldanên ENKS'ê yên rewkirina dagirkeriya Tirk a li Efrînê û wiha domand: "Her tim kesê îflasbûyî di ava qirêj de têne girtin. Rewşa rayedarên ENKS'ê yên ku di aliyê neteweyî û civakî de îflas bûne jî wisa ye. Rayedarên ENKS'ê hewl didin daxuyaniyên siyasî yên pragmatîk yên hêzên siyasî yên navneteweyî ku guhertina demografî li Efrînê red dikin, bi kar bînin. Rayedarên ENKS'ê bi desteka PDK û bi çavdêriya MÎT'ê serdana Efrîna dagirkirî kirin û hewl dan bi hestên neteweyî û mirovî yên koçberên Efrînê yên li Şehbayê û deverên din li ber xwe didin, bilîzin. Her sê aliyan hewl didin bidin nîşandan ku dewleta Tirk a dagirker û çete bûne dost.

BERPIRSÊN ENKS'Ê NÛNERÊN XETA XIYANETÊ NE'

Dema ku serdana wan û lîstokên wan ên li Efrînê hemwextî cezayên Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê yên li ser hin komên çete pêk hatin, maska dawîn a berpirsên ENKS ketin xwarê. Her wiha alavên pratîkî yên nûnerên xeta xiyanetê eşkere bûn. ENKS bi fermana MÎT alavên xwe yên erzan livandin û kombûneke li Efrîna kurdî organize kir, da ku bi navê biratiya Kurd û Ereban dizek û sûcdarên şer û yên mafên mirovan biparêzin."

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hate kirin û dawî li sûcên dewleat Tirk û çeteyên wê bînin û li dadgehên navneteweyî hesab ji wan bipirsin.

Di daxuyaniyê de xiyaneta PDK û ENKS'ê hat şermzarkirin û hate gotin: "Efrînî, azadxwaz û dîrok we hesab ji wan bixwaze."

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên silavkirina berxwedana xelkê Efrînê û şermezarkirina dagirker û xayînan hatin berzkirin.

(bb)

ANHA