Di êrişa dewleta Tirk de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên bakurê bajarê Minbicê topbaran kirin. Di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 4 leşker birîndar bûn.

Di êrişa dewleta Tirk de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
20 tebax, 2023   12:02
MINBIC

Nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundên Toxar  û Ewn Dadat ên dikevin bakurê bajarê Minbicê  bi tank û obîsan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin topbarankirin.

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku êriş vê sibehê saet di 07:30'an de pêk hat û di encama êrişê de 2 leşkerên Şamê hatin kuştin û 4 leşker birîndar bûn.

(bb)

ANHA