Cenazeyê şehîd Xalid Xemîs hat veşartin

Cenazeyê şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê Xalid Xemîs Heşaş li Goristana Şehîdan a navçeya Til Hemîsê hat veşartin.

Cenazeyê şehîd Xalid Xemîs hat veşartin
Cenazeyê şehîd Xalid Xemîs hat veşartin
Cenazeyê şehîd Xalid Xemîs hat veşartin
Cenazeyê şehîd Xalid Xemîs hat veşartin
Cenazeyê şehîd Xalid Xemîs hat veşartin
Cenazeyê şehîd Xalid Xemîs hat veşartin
Cenazeyê şehîd Xalid Xemîs hat veşartin
20 tebax, 2023   10:35
QAMIŞLO

Endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî jî di nav de, şêniyên navçeyên Til Hemîs û Til Birakê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Xalid Xemîs Heşaş li Goristana Şehîdan a li Til Hemîsê spart axê.  Xalid Xemîs Heşaş 16'ê Tebaxê di encama qezaya trafîkê de li ser rêya Til Birak-Hesekê şehîd bû.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Weed El Xilêwî axivî û bal kişand ser rola şehîdan di rizgarkirina gelan û hewldanên şikandina îradeya galên azad de. Weed El Xilêwî soza şopandina xeta şehîdan da.

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê li Hesekê Demhat Hesekê jî got: "Em li ber mezinahiya fedakariyên şehîdên azadî û demokrasiyê em bi serbilindî û serferazî disekinin. Em soz didin ku em ê berxwedana li hemberî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam bikin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Xalid Xemîs Heşaş hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd bi dirûşman li Goristana Şehîdan a Til Hemîsê hat veşartin.

(bb)

ANHA