Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke din

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke din
18 tebax, 2023   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

29  meh in ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Bi heman daxwazê birayê Omer Hayîr Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Cetîn jî ji bo hevdîtina van her sê girtiyên din ku ew jî li Îmraliyê tên ragirtin, serî li her du saziyên peywendîdar dan.

 

3  SAL IN TI AGAHÎ NAYÊ GIRTIN

Ji 25’ê Adara 2021’an ve ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.

Parêzer ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan, hefteyê du caran serlêdanan dikin. Lê bersivekî erênî yan nerênî tune ye.

DI NAVA 12 SALAN DE TENÊ BI 5 PARÊZERAN RE HEVDÎTIN PÊK HATIYE

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê roja 7’ê Tebaxê daxuyaniyek da, nerazîbûn nîşanî sîstema êşkenceyê da ku mîna wê nehatiye dîtin û bang li raya giştî ya demokratîk kir ku bi hestiyar tevbigerin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku Abdullah Ocalan di nava 12 salan tenê 5 hevdîtin bi parêzeran re kiriye. Hevdîtina herî dawî 7’ê Tebaxa 2019’an hatibû kirin.