Kongreya Tecrubeyên Tevgerên Jinan a Navneteweyî dest pê kir

Kongreya Tecrubeyên Tevgerên Jinan a Navneteweyî bi dirûşma "Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî" li paytexta Lubnanê Beyrûtê dest pê kir.

Kongreya Tecrubeyên Tevgerên Jinan a Navneteweyî dest pê kir
18 tebax, 2023   08:49
BEYRÛT

Kongrê ji aliyê Komeleya Jîn a Jinan, Komeleya Newroz a Civakî û Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve tê organîzekirin dê 2 rojan dewam bike.

Ji welatên Tunis, Urdun, Iraq, Lubnan, Sûdan, Tirkiye, Filistîn, Misir, Sûriye û Îranê, her wiha ji Şengal, Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 80 delegeyên nûnerên saziyên jinan tevlî dibin.

Kongrê bi sirûdên neteweyî yên Lubnanê û Kurdî dest pê kir.

Axaftina destpêkê dê aktîvîsta mafên jinan û mafên mirovan Dr. Ayîde Nasir bike. Her wiha li ser navê komîteya amadekar a kongreyê dê Henan Osman biaxive.

Li gorî bernameya kongreyê dê "Bandorên destwerdana pergala global a hegemon li ser jinên herêmê", "Tecrubeyên jinên Kurd di pêxirtengiyên li herêmê de" û "Nêrîna hevrêyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan der barê rêwîtiya azadiya jinan de" werin nîqaşkirin.

ANHA