Kongreya jinan a li Beyrûtê didome

Di rûniştina yekemîn a Kongreya Tecrubeyên Tevgerên Jinan a Navneteweyî de behsa bandorên destwerdana pergala global a hegemon a li jinên herêmê hate kirin.‎

Kongreya jinan a li Beyrûtê didome
Kongreya jinan a li Beyrûtê didome
Kongreya jinan a li Beyrûtê didome
Kongreya jinan a li Beyrûtê didome
18 tebax, 2023   11:14
BEYRÛT

Rûniştina yekemîn a Kongreya Tecrubeyên Tevgerên Jinan a Navneteweyî ku li Beyrûtê tê lidarxistin, bi dawî bû. Ji Tunis, Urdun, Iraq, Lubnan, Sûdan, Tirkiye, Filistîn, Misir, Sûriye û Îranê, her wiha ‎ji Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 80 delegeyên nûnerên saziyên jinan tev li kongreyê bûne.‎

Di rûniştina yekemîn a kongreyê de ku seroka komeleya "Jinan û Pêşeng" Sena Xenîme bi rê ve bir, serokê Komeleya "Werdet Butrus-Wekheviya Xebata Jinan" Dr. Marî Dibis li ser serhildana gelên Ereb û sedemên wê, bandora destwerdanên derve li ser jinên Ereb û Bihara Gelan axivî.

Marî wiha got: "Hêzên pêşketî yên demokratîk nikarîn li hember şoreşa dijber bisekinin; ji ber ku piranî di wê demê de li girtîgehan bûn''.

Marî wiha domand: "Piştî 12 salan rewşa jinên li cîhana erebî tê guhartin.”

Li aliyekî din jî cîgira seroka Komeleya Jîn a Jinan Buşra Elî got: "Mexdûrên herî mezin di van şer û bandorên siyasî yên rejîman de jin in, bi taybet jinên Kurd ku êşên wan zêde ne. "

Buşra wiha domand: "Li Amedê bi piştgiriya hikumeta Tirkiyeyê rewşên tundiyê li dijî jinan hene û li gorî rapora 2019′an tenê di 5 mehan de 838 rewşên tundiyê çêbûn. Hin torên girêdayî hikumeta Tirkiyeyê yên taybet bi tundiyê hene."

Li aliyekî din jî endama Eniya Neteweyî ya Jinan û Parastina Mafên Jinan a Misrê û Parastina Dozên Erebî Kerîme El Hefnawî li ser rewşên jinên Afrîkayê ku parzemîna qurbaniya mezin a komeke krîzên herêmê ye, axivî.

Kerîme wiha got: "Jinên li parzemîna Afrîkayê rastî binpêkirinan hatin; nijadperestî, tundiya fîzîkî û zayendî. Zêdetirî 125 milyonên temenbiçûk hatine zewicandin. "

Kerîme wiha domand: "Ji nav 3 jinan yek rastî tundiya fîzîkî û zayendî tê. Li 6 dewletên Afrîkayê qanûna parastina jinan ji tundiya malbatê tune ye. "

Piştî nîvro dê rûniştina duyemîn dest pê bike û tê de tecrûbeyên jinên Kurd ên der barê çawaniya derketina ji krîzên herêmê werin nîqaşkirin. Dê sibe rûniştina dawî ya li ser "Nêrîna hevrêyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan der barê rêwîtiya azadiya jinan de" were ‎nîqaşkirin.‎

Kongêr ji aliyê Komeleya Jîn a Jinan, Komeleya Newroz a Civakî û Însiyatîfa Nûn a ji bo ‎Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin.

 (fr)

ANHA