ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-8-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-8-2023
17 tebax, 2023   23:00

Şêniyên Minbicê teqezî bi girîngiya bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û bang li gelên azad ên cîhanê kir ku piştgiriyê vê têkoşîna wan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dayikên gerîla û yên şehîdan piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gerîla ya li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker anî ziman û destnîşan kir ku gelê herêmê xwe dispêre gerîla. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku guleya yekemîn a şehîd Egîd tarîtiya ku gelê Kurd û Kurdistanî tê de dijîn ronî kir û gotin 15’ê Tebaxê Cejna Vejîna Nîştimanî ji bo şoreşa Rojava û tevgerên siyasî li her çar parçeyên Kurdistanê zemîneke saxlem e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dîwana Wêjeyê komxebateke wêjeyî ji bo jinên ciwan daye destpêkirin. 11 jinên ciwan ên Kurd û Ereb di komxebatê de cih digirin û hînî nivîskariyê dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyasetmedarê sûriyeyî Mustefa Qelecî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên li dijî xaka Sûriyeyê didomîne û diyar kir ku ew deverên dagirkirî di aliyê rêveberî û aborî de bi xwe ve girê dide. Qelecî ev helwesta Tirkiyeyê bi metirsîdar wesifand û ji bo têkbirina van siyasetan û rizgarkirina deverên dagirkirî banga yekitiya gelê Sûriyeyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komeleya Stêrk ya Şopandin û Parastin Mafên Zarokan ji bo xilaskirina zarokan ji bandorên neyînî yên şer û perwerdekirina wan hatiye vekirin. Komele tevî hin rêxistinên din armanc dike ku xebatên xwe ji bo zarokên li tevahî bajarên Sûriyeyê pêş bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo cenazeyê şehîd Cemîl Hebîb ku endamê TEV-DEM`ê ye, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo oxir dike saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)