Siyasetmedarekî sûriyeyî: Tirkiye plan dike gaveke xetere li herêmên dagirkirî bavêje

Siyasetmedarê sûriyeyî Mustefa Qelecî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên li dijî xaka Sûriyeyê didomîne û diyar kir ku ew deverên dagirkirî di aliyê rêveberî û aborî de bi xwe ve girê dide. Qelecî ev helwesta Tirkiyeyê bi metirsîdar wesifand û ji bo têkbirina van siyasetan û rizgarkirina deverên dagirkirî banga yekitiya gelê Sûriyeyê kir.

Siyasetmedarekî sûriyeyî: Tirkiye plan dike gaveke xetere li herêmên dagirkirî bavêje
18 tebax, 2023   03:47
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA El HEBÎB

Pêvajoya lihevhatina hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker piştî ku Tirkiye ji dewletên rojavayî ve nêzîk bû, hinekî sar bû, nexasim piştî lûtkeya dawîn a NATO'yê.

Paşvekişîna Tirkiyeyê bi rêya israra xwe ya dagirkirina axa Sûriyeyê diyar bû. Ji ber ku berpirsên tirk red kirin ku ji axa Sûriyeyê vekişîn ku dewleta Tirk a dagirker dagir kiriye û gotin ew xeteke sor e.

Her wiha, dewleta Tirk a dagirker hîn jî sewqiyatên xwe yên leşkerî ber bi deverên dagirkirî nexasim Idlibê ve dişîne û berpirsên Tirk di bi navê pêşxistina herêmên dagirkirî de, careke behsa armancên xwe li gelek herêmên din ên Sûriyeyê bi taybet Helebê kir.

REJÎMA TIRK DEVERÊN DAGIRKIRÎ BI XWE VE GIRÊ DIDE

Siyasetmedarê sûriyeyî û sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Pêşketinê ya Sûriyeyê Mustefa Qelecî ji ajansa me re têkildarî wê mijarê wiha axivî: "Mixabin, dewleta Tirk a dagirker hîn jî binpêkirinên xwe yên li dijî xaka Sûriyeyê didomîne. Ev binpêkirin ji dagirkirina Skenderûnê heta parêzgeha Idlib û Efrînê didome. Yên ku bi hevkariyeke navneteweyî, dagir kirin tevî ku Amerîka, Rûsya û Îran soz da Efrîn neyê dagirkirin.”

Qelecî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker roj bi roj dagirkeriya xwe di herêmê de bi rêya guhertina demografiyê mayînde dike û hewl dide bi rêbazên herî qirêj projeya xwe ya kevin a nûjen (Mîsaqê Millî) pêk bîne. Li gor vê peymanê Heleb jî parêzgeheke Osmanî ye û divê li Tirkiyeyê bê vegerandin.

Qelecî got: "Rejîma Tirk li gel bêdengiyeke diyar a navneteweyî, deverên dagirkirî di aliyê rêveberî, aborî û xizmetguzarî de bi xwe ve girê dide û siyaseta Tirkkirinê li herêmê dimeşîne. Ji wê zêdetir, hevkariyeke navneteweyî heye ku bi şirîka wê di NATO`yê de dest pê dike û bi rêya hevalbendên wê yên Astanayê bi dawî dibe."

TIRKIYE VENAKIŞE Û DIVÊ GELÊ SÛRIYEYÊ XWE BISPÊRE XWE

Der barê gengaziya vekişîna dewleta Tirk a dagirker de Qelecî got: "Tirkiye ji deverên dagirkirî venakişe ji ber ku vekişîna wê dê nehêle ew destwerdanê di aloziya Sûriyeyê de bike. Ew ê rola xwe ya sereke ji dest bide."

Qelecî wiha domand: "Divê gelê Sûriyeyê xwe nespêre civata navneteweyî ji ber ku ew jî ji bo berjewendiyên xwe hevkariya rejîma Tirkiyeyê dike. Divê em xwe bispêrin yekitiya sûriyeyî û bi xwe bawer bin da ku em xaka xwe rizgar bikin."

Qelecî di dawiya axaftina xwe de got: "Civata navneteweyî kirîza Sûriyeyê li gor berjewendiyên xwe bi rê ve bibe, çareseriyê li gor berjewendiyên me nade. Ji ber wê divê sûriyeyî diyalogeke cidî ya rasteqîn û bê şert û li gor berjewendiya Sûriyeyê û tevahî sûriyeyiyan, li dar bixin."

(mh/şx)

ANHA