​​​​​​​Dîwana Wêjeyê ji bo jinên ciwan komxebatekê li dar dixe

Dîwana Wêjeyê komxebateke wêjeyî ji bo jinên ciwan daye destpêkirin. 11 jinên ciwan ên Kurd û Ereb di komxebatê de cih digirin û hînî nivîskariyê dibin.

​​​​​​​Dîwana Wêjeyê ji bo jinên ciwan komxebatekê li dar dixe
​​​​​​​Dîwana Wêjeyê ji bo jinên ciwan komxebatekê li dar dixe
​​​​​​​Dîwana Wêjeyê ji bo jinên ciwan komxebatekê li dar dixe
18 tebax, 2023   05:21
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Salane Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Hefteya Hunerî’ li dar dixe. Di hefteya hunerî ya 2022`yan de ji aliyê nivîskarên hazir ve biryara pêkanîna ‘Komxebata Geşkirina Behremendiya Wêjeyî ya Jinên Ciwan’ hatibû dayîn.

Îsal jî di 15`ê Tîrmehê de komxebat bi tevlêbûna 11 jinên ji pêkhateyên Kurd û Ereb ên ji herêma Cizîrê dest pê kir.

Hefteyê 2 caran jinên ciwan li Qamişloyê kom dibin û ji aliyê mamosteyên pirspor ve fêrî huner û şêwazên nivîsê dibin.

Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê ji me re da zanîn ku ew ji bo piştgiriya jinên ciwan ên dixwazin derbasî qada nivîsê bibin, vê komxebatê li dar dixin. Narîman got: “Ders bi kurdî û erebî ne, me xwest şert û mercên nivîsê bi zelalî bi wan re parve bikin.”

Li gel Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nivîs û pirtûkên jinan bi awayekî cuda tên nirxandin. Narîman Evdikê der barê wê de got: “Ji ber hestên jinan ên nazik, pênûsa wan jî cuda ye; herî zêde jî ev di wêjeyê de diyar dibe.”

ANHA