Li Qamişlo 110 şehîdên Tebaxê hatin bibîranîn

Şêniyên Qamişlo 110 şehîdên ku di meha Tebaxê de di dem û cihên cuda de şehîd bûne, bi merasîmekê bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

Li Qamişlo 110 şehîdên Tebaxê hatin bibîranîn
Li Qamişlo 110 şehîdên Tebaxê hatin bibîranîn
Li Qamişlo 110 şehîdên Tebaxê hatin bibîranîn
17 tebax, 2023   17:25
ر

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna 110 şehîdan merasîmek li Goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar xist. Di nav wan de şehîdên HPG, YPG, YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hene.

Bi sedan şêniyên bajêr, malbatên şehîdan, endamên saziyan û meclisan tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û tevahî şehîdên azadiyê bibîr anîn.

Hiso soz da ku li ser rêya şehîdan bin ta ku armancên wan û serkeftin pêk were.

Di dawiya merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Îsam Îbrahîm wesîqeyên şehadeta şehîdan xwendin.

(şx)

ANHA