Cenazeyê şehîd Ela El Mitleq li Til Koçerê hate veşartin

Bi sedan şêniyên navçeyên Til Koçer, Girkê Legê, Çilaxa û Dêrikê yên kantona Qamişlo cenazeyê şehîd Ela El Mitleq li goristana Şehîd Ugab El Ewesd a Til Koçerê oxir kir.

Cenazeyê şehîd Ela El Mitleq li Til Koçerê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Ela El Mitleq li Til Koçerê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Ela El Mitleq li Til Koçerê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Ela El Mitleq li Til Koçerê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Ela El Mitleq li Til Koçerê hate veşartin
17 tebax, 2023   18:50
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Til Koçer, Girkê Legê, Çilaxa û Dêrikê yên Qamişlo, tev li merasîma oxirkirina şehîd Ela Mihemed El Mitleq şervanê QSD`ê bûn ku di qezeyeke trafîkê de şehîd bûbû.

Li goristana Şehîd Ugab El Eswed endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Elî axivî û sersaxî da malbata şehîd û got: “Bi saya fedakariyên şehîdan ewlehî li herêmê pêk hat. Em minetdarê wan in. Dê rêya wan bişopînin.”

El Elî wiha domand: “Bi saya xwîna şehîdan, gel û pêkhateyên herêmê di bin sîwana neteweya demokratîk û biratiya gelan de bûn ye,”

El Elî di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan da, ta ku herêmên dagirkirî rizgar dibin, azadiya fîzkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Ji fermandarên QSD`ê Ehmed Dêrik axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Ehmed Dêrik soza parastina destkeftiyên şehîdan û têkbirina planên dagirkeriyê da.

Di dawiyê de, cenazeyê şehîd li goristanê hate veşartin.

(şx)

ANHA