Qutkirina ava çemê Firatê bandor li Tebqayê jî kir

Piştî rawestîna 9 stasyonên avê di encama qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk de, saziyên xizmetguzarî yên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ên Tebqayê, ava vexwarinê ji 6 taxên bajêr û gundewar re peyda kirin.

Qutkirina ava çemê Firatê bandor li Tebqayê jî kir
Qutkirina ava çemê Firatê bandor li Tebqayê jî kir
Qutkirina ava çemê Firatê bandor li Tebqayê jî kir
Qutkirina ava çemê Firatê bandor li Tebqayê jî kir
Qutkirina ava çemê Firatê bandor li Tebqayê jî kir
Qutkirina ava çemê Firatê bandor li Tebqayê jî kir
Qutkirina ava çemê Firatê bandor li Tebqayê jî kir
Qutkirina ava çemê Firatê bandor li Tebqayê jî kir
17 tebax, 2023   13:41
TEBQA

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê ji bo peydakirina ava vexwarinê ji taxên bajêr û gundewar re, însiyatîfek dest pê kir.

Piştî rawestîna 9 stasyonên ava vexwarinê yên Tebqa û guncewarê wê di encama qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, rêveberiyê dest bi vê însiyatîfê kir.

Rêveberiyê 20 sahrîc av ji bo însiyatîfê veqetandin. Ew dê av li taxên Ayid, El Mefreq, Kolana Yusif El Azma, Kolana Pîşeyî ya rojhilat, Ziwêqat û Şalîhat. Rêveberî av bê pere li taxan belav dike.

(şx)

ANHA