​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan şehîd Vejîn Jiyan bi bîr anî

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê şervana YPJ′ê Vejîn Jiyan ku di 7′ê Tebaxê de şehîd bûbû, bi bîr anî.

​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan şehîd Vejîn Jiyan bi bîr anî
​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan şehîd Vejîn Jiyan bi bîr anî
​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan şehîd Vejîn Jiyan bi bîr anî
​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan şehîd Vejîn Jiyan bi bîr anî
​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan şehîd Vejîn Jiyan bi bîr anî
​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan şehîd Vejîn Jiyan bi bîr anî
17 tebax, 2023   12:59
KOBANÊ

Merasîma bîranîna şervana YPJ′ê Vejîna Jiyan li hola navenda PYD′ê ya li navçeya Şêran a rojhilatê Kobanê hate lidarxistin û di merasîmê de kesayetên neteweyî û ciwanên herêma Firatê beşdar bûn.

Di merasîmê de li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Şêranê Sulave Mihemed Nasan axivî û îşaret bi rola şehîd Vejîn li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Sulave wiha got: "Şehîd Vejîn em bi hêz û zana dikirin. Di rewşên herî zehmet de em bi hêvî dikirin û digot dê serkeftin para me be û divê em ji bo azadiya jinê tê bikoşin. Ji ber rizgariya wê rizgariya civakê ye."

Piştî axaftin bi dawî bû, sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Vejîn hate pêşkêşkirin.

Hecran Ecoz (Vejîn Jiyan) di nava malbateke welatparêz de li Cizîra Botan mezin bû, di 2016′an de tev li şoreşa Rojava bû, bi sedan ciwanên Rojava perwerde kirin. Di 27′ê Tîrmehê de ji ber qezayekê li Hesekê tevî hevalên xwe yên YPJ′ê Hesîne Mûsa Mihemed (Avaşîn Cûdî), Hîbe Ebdulqadir Bekir (Hîbe Hesekê), Bêrîvan Ebdulxeleft (Bêrîvan Hesekê), Emîne Nebo Silman (Dilar Kobanê), Şêrîn Elî (Adar Cûdî) birîndar bûbû. Di 7′ê Tebaxê de ji ber birîna xwe şehîd bû.

(fr)

ANHA