`Civaka saxlem, malbateke saxlem ava dike`

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya bi dirûşma “Na ji tundiya li dijî jinan re û na ji zewicandina zarokan re” semînerek li Minbicê li dar xist.

`Civaka saxlem, malbateke saxlem ava dike`
`Civaka saxlem, malbateke saxlem ava dike`
`Civaka saxlem, malbateke saxlem ava dike`
`Civaka saxlem, malbateke saxlem ava dike`
17 tebax, 2023   14:51
MINBIC

Di çarçoveya çalakiyên ku duh Kombûna Jinan a Zenûbya li dijî zewicandina zarokan û kuştina jinan destpê kiriye de, kombûnê semîner li nivîsgeha xwe ya li bajêr li dar xist.

Di semînerê de Koordînasyona Giştî ya kombûnê, Sara Hebaq zirar û xetereyên zewicandina zarokan û bandora wê li ser civakê şîrove kirin.

Dûre endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Buşra Mistefa axivî û got zewicandina zarokan, sûc e ji ber ku hîna negihiştine û nikarin berpirsyariyê hildin.”

Buşra destnîşan kir ku li gor qanûnên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zewicandina ciwanan bi darê zorê û bê razîkirina wan tê cezakirin.

Endama Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê û gundewarê wê Reqîqe Mihemed jî behsa nexweşiyên zewicandina zarokan kir ku di aliyê bedenî û derûnî de bandor li wan dike.

Endama Nivîsgeha Jinan a Saziya Olî ya Minbicê, Fatme El Elî got: “Ola îslamî û tevahî olên din zewicandina zarokan qedexe dikin. Ji bo zewicandinê hin şert danîne wek; têgihiştina bedenî û derûnî.”

Di dawiya semînerê de, beşdaran destnîşan kir ku zewicandina zarokan, sûcek li dijî civakê û jinan e û gotin civaka saxlem, malbateke saxlem ava dike ku jin rola xwe ya xwezayî bilîze. Her wiha diyar kirin ku divê lidarxistina mîna van hemleyan berdewam bike.

(şx)

ANHA