​​​​​​​Piştgiriya eşîran ji êla El Cibûr re dewam dike

Şandeyên rûspiyên eşîrên herêmê, berê xwe didin konê êla El Cibûr û diyar dikin ku ew piştgiriyê didin helwesta êlê.

​​​​​​​Piştgiriya eşîran ji êla El Cibûr re dewam dike
​​​​​​​Piştgiriya eşîran ji êla El Cibûr re dewam dike
​​​​​​​Piştgiriya eşîran ji êla El Cibûr re dewam dike
​​​​​​​Piştgiriya eşîran ji êla El Cibûr re dewam dike
17 tebax, 2023   12:02
HESEKÊ

Li Hesekê di 13′yê Tebaxê de ji ber êrişa berpirsê milîsên Dîfa El Wetenî û komeke wê li dijî rûspiyekî êla El Cibûr nakokiyek di navbera êla El Cibûr û milîsên Dîfa El Wetenî yên hêzên hikumeta Şamê yên li derdora cargoşeya ewlehî ya li bajêr de çêbûn.

Di çend rojên borî de nakokiyên di navbera êla El Cibûr û milîsên Dîfa El Wetenî de zêde bûn û gihaştin pevçûnan. Ew jî piştî ku nûnerên hikumeta Şamê sozên xwe yên rakirina milîsan pêk neanîn, çêbû.

Bi wê re, îro şandeyeke êla Begara û nûnerên ji êla El Cibûr li Rea û Minbicê berê xwe da Hesekê ku piştgiriya êlê bikin. Şande ji rûspiyên eşîra El Xewatîne, rûspiyên eşîra El Lehîb Ixwet El Erce û eşîra El Bû Heson û rûspiyên eşîra El Bû Leyl pêk dihat.

Rûspiyê eşîra El Lehîb Ixwet El Erce Hemîd El Ewad Ebû Deham axivî û piştgiriya xwe ji helwesta êla El Cibûr re anî ziman û wiha got: "Em bi êla El Cibûr re ne û hebûna me nîşaneya vê yekê ye."

Çaverê ye rûspiyên eşîrên din jî berê xwe bidin konê êla El Cibûr ê li taxa Til Hecer a Hesekê.

(fr)

ANHA