Şêniyan sersaxî da malbata şehîd Faris

Şêniyên Til Koçerê û gundewarên wê sersaxî da malbata şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Faris Mihemed Îbrahîm û got ew soz didin ku li dijî her kesê hewl bide ewlehî û îstîqrara herêmê binpê bike, bisekinin.

Şêniyan sersaxî da malbata şehîd Faris
17 tebax, 2023   11:43
QAMIŞLO

Şêniyên Til Koçer û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, endamên Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan û rûspiyên Til Koçerê sersaxî da malbata şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Faris Mihemed Îbrahîm.

Di merasîma sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Koçerê Ehmed Hisên axivî û fedakariyên şehîdên di oxira parastina herêmê de cane xwe daye, pîroz kirin.

Hisên wiha axivî: "Ji bo parastina nirx û rêgezên şehîdan divê em hevgirtî bin û tevahî planên li dijî destkeftiyên şoreşa me têk bibin.”

Endama Kongra Star Ula Mihemed El Muflih jî sersaxî da malbata şehîd û wiha got: "Welat bi fedakarî tên avakirin, şehîdan ev yek îsbat kir."

Ula soz da ku ew ê li ser şopa şehîdan bin û armancên wan pêk bînin.

Hevserokê Şaxê Zimhêrê ya Til Koçerê Mehmûd Salih jî sersaxî da malbata şehîd û wiha got: "Şoreşa me, şoreşeke demokratîk e û xwe dispêre biratiya gelan. Ji lew re divê em hişyar bin û hewldanên zêde ji bo parastina wê bidin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin."

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.

(fr)

ANHA