Şanoya bêkenok a zêdekirina mûçeyan berdewam e-Diyaa ISKENDER

Şanoya bêkenok a zêdekirina mûçeyan berdewam e-Diyaa ISKENDER
17 tebax, 2023   06:48

Ez bawer nakim ku gelek mîna gelê Sûriyeyê heye di mijara zêdekirina mûçeyan û heqdestiyê de xwedî tecrubeyên tal e. Gelê Sûriyeyê min kesê ku bin av dibe û xwe bi pûşekî ve girtiye da ku xwe ji vê rewşê xilas bike.

Di demekê de ku pêwîstiya welatiyê sûriyeyî ya mehane herî kêm bi milyonek lîre heye da ku bi rûmet bijî, serokê rejîma Sûriyeyê Beşar Esed 2 biryarên bi hejmarên 11 û 12 dan. Li gor wan biryaran, mûçeyên karmendên sivîl û leşkerî û teqawîdan ji sedî 100 zêde dibe. Li ser wê mûçeyê herî kêm 185 hezar û 940 lîre ye.

Li gor madeya 40 a destûra Sûriyeyê ya 2012`an, ji bo her karmendek mûçeyek adil li gorî xwezaya kar û qezenca wê heye, bi şerta ku rêjeya herî nizm a mûçeyan derbas neke û pêdiviyên jiyanî yên welatî peyda bike. Yanî ev biryarên dawîn, destûrê binpê dikin.

PIRSGIRÊKA MÛÇEYAN LI SÛRIYEYÊ JI MÊJ VE YE

Pirsgirêka mûçeyên karmendên sivîl û leşker yên hikumetê, ji nêzî 50 salan de heye. Di serdema Hafiz Esed de karmendên beşa giştî di encama siyasetên aborî yên wê demê û ji ber kêmbûna mûçeyên wan gelek zehmetî dikişandin. Ev siyaset di serdema Beşar  Esed jî berdewam e.

Ji serdema Hafiz Esed heta ya Beşar Esed ve, biryarên zêdekirina mûçeyan ji aliyê serokatiya welêt ve tên derxistin ku divê saziyên têkildarî wê pêk bînin. Tu carî ev zêdebûn kêrhatî bû. Ji dema Hafiz Esed  vedi salên 80`î de meclisa gel, partî û sandîqe kontrol kiriye, ev sazî tu roleke rastîn nelistiye.

Zêdekirina mûçeyan li Sûriyeyê di dîrokê de tu carî ji bo zêdekirina hilberandinê pêk nehatiye.

Tê zanîn ku zêdekirina mûçeyan li Sûriyeyê her 2 salan çêdibe anku ji sala 2000`î heta 2010'an ve 7 biryarên fermî têkildarî mûçeyan hatine dayîn.

Li hember wê jî, di salên navbera 2011 û 2023'yan de jî hejmara herî zêde ya biryaran hate dayîn, ku ji Adara 2011'an de 14 biryar hatine dayîn, hinek ji wan tenê têkildarî leşkeran bû.

Lê belê tevî zêdebûnê jî, dîsa bandoreke erênî li jiyana welatiyan nehat kirin, berovajî wê zehmetiyên welatiyan zêdetir bûn, enflasyon zêde bû nemaze di çend salên dawîn de.

Der barê vê zêdebûna dawîn de, serokê hikumetê bi zelalî di civîna dawîn a parlamentoyê de  got, li beramber zêdebûnê, hikumet dê destê xwe ji kontrolkirina sotemeniyê û diyarkirina nirxan bikişîne. Esed îdia kir ku hemwextî wê, dê mûçeyan zêde bibin. Esed her wiha hin alî tawanbar kirin ku ji paş destekê dijîn û bi gelek rêbazên îdarî, zêdetirî nîvê destekê didizin.

BERTEKÊN HIŞK ÊN WELATIYAN

Welatiyan li ser rûpelên medya dijîtal qerfên xwe bi zêdebûnê kir ku êşên wan derman nake. Hin dibêjin, hikumet wan dixapîne. Ji xwe ev zêdebûn encax têrê bihabûna pê re çêbûye bike. Ji bo wê dibêjin sûda vê zêdebûnê çi ye madem her meh nirxê sotemeniyê tê guhertin anku biha dibe.

Wek ku tê zanîn, bihabûna sotemeniyê li Sûriyeyê bi bihabûna kelûpelên din ve girêdayî ye, anku dema sotemenî biha dibe pê re her tişt biha dibe û di encamê de barê welatiyan girantir dibe.

Ji destpêka îsal ve, rejîma Sûriyeyê buhaya sotemeniyê bi taybet benzînê zêdetirî careke bilind kir. Herî dawîn di Tîrmeha borî de bû. Di kêmî 8 mehan de 5 caran buhayê sotemeniyê bilind kir. Wezareta Kar û Barên Hundirîn û Parastina Mezaxtkeran buhaya lîtreya mazot û benzînê wisa biha kir; ya bi destek 2 hezar lîre ku berê 700 lîre bû, benzînê bi destek a cureya oktanê 90, 8 hezar ku berê 3 hezar  bû, benzînê oktan 95 bê destek 13 hezar lîre ku berê 10 hezar lîre bû.

WELATIYÊ SÛRIYEYÎ ÇAWA DEBARA JIYANA XWE DIKE?

Welatî xwe naspêrin mûçeyên xwe yên ku têra çend rojan nakin, lê xwe dispêrin pereyên ku ji derve ji wan re tên şandin an karekî taybet an jî rêbazên nerewa wek gendeliyê û rişwetê.

Leşker jî tevî zêdebûnên wan, lê dîsa jî bi rêbazên nerewa debara xwe dikin, çi bi rêya dizî û talaniyê çi jî bi rêya baçên ku li ser rêbendên xwe yên kontrolê li welatiyan dibirin.

KENGÎ ZÊDEBÛNA MÛÇEYAN BI RASTÎ TÊN PÊKANÎN?

Pisporên aboriyê anî ziman ku zêdebûna mûçeyan, dema welatî pê bihesîne ku rewşa wî baştir dibe, wê demê rastîn e. Her wiha dema xwe bispêre projeyeke diravî û jêderên finanseya rastîn. Li Sûriyeyê dikarin banka pereyên mûçeyan bi rêya bendên li jêr were zêdekirin;

-Li dijî gendelî û diziyê têkoşîn bê kirin. Ev yek bi rêya pêkanîna gotina navdar “te ev ji ku anî?” û guhertina hin qanûnan pêkan e.

- Her du şirîketên telefonên destan li derve jî werin firehkirin û gencîneya dewletên ji dahatên wan şîrketan werin dagirkirin.

-Tunekirina îsrafê û nedayîna baçan ku zêdetirî ji sedî 40`ê budceya giştî ya dewletê vala dide.

-Girîngiyê bidin çandiniyê, pîşesazî, pêşxistina hilberandinê û hinartinê bi rêya çareserkirina aloziya enerjiyê, petrol û gazê.

-Sînordarkirina hinartina kel û pelên luks ji bo peydakirina diravê û peydakirina pêdiviyên bingehîn ên welatiyan.

-Hêdî hêdî ji dan û standina bi dolarê dûr kevin û di bazirganiyê de xwe bispêrin dewletên dost û bikaranîna diravên xwecih li şûna dolarê.

GELO HIKUMETA ŞAMÊ DIKARE BENDÊN LI JOR PÊK BÎNE?

Bawer im her kes bersivê dizane, aloziyên li Sûriyeyê sedema wê dûrketina ji çareseriya siyasî ye. Yanî mayîna perala heyî di desthilatê de ye. Guhertina bingehîn û giştî ya vê pergalên, di pêkanîna biryara NY`yê ya bi hejmar 2254 de nixumandî ye. Yan jî dê alozî zêdetir bin, pê re êşên welatiyan dê zêde bibin ku zêdetirî 90`ê wan xizan bûye. Gelek ji wan ji bo ku debara xwe bikin, vebijarkên gelek dijwar pejirandine.

Herî dawî, nîşaneyên bêçareûna gelê Sûriyeyê roj bi roj zêdetir dibin. Ji ber ku gihaştine wê qenaetê yên kar û barên Sûriyeyê kontrol dikin, beşa diz in ku hewl didin çareserî pên neyê da ku talankirina sûriyeyiyan berdewam bikin.

Lê mîna gotinên pêşniyan, “ne pêkane rewş wisa berdewam bike”. Ji ber ku gelê Sûriyeyê, gelekî jîndar û serbilind e, layîqî jiyanê û her tiştê çêtir e. Ne pêkane li ber vê heqaretê wisa serîtewandî bimîne.

(şx)