PDK′ê êdî hevkariya bi dagirkeran re venaşêre

Endamê Komîteya Navendî ya PDK’ê Elî Ewnî bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku bikeve nava Başûrê Kurdistanê û li dijî kadroyên PKK’ê bi balafirên bêmirov û rêbazên cuda êrişan pêk bîne.

PDK′ê êdî hevkariya bi dagirkeran re venaşêre
16 tebax, 2023   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîmenên endamekî Komîteya Navendî ya PDK’ê Elî Ewnî hate weşandin ku yekser bang li dewleta Tirk a dagirker dike ku bikeve nava xaka Başûrê Kurdistanê û êrişan bike.

Ji serkêşên PDK’ê Elî Ewnî ji televîzyoneke nêzî PDK’ê re diaxive û bi rengekî aşkera dagirkeran ji bo komkujiyan bike, vedixwîne xaka Başûrê Kurdistanê.

Elî Ewnî ji dewleta Tirk dixwaze bi navê êrişa li dijî kadroyên PKK’ê de bi dronan, bi rêya ezmanî û gelek rêbazên din êrişî bi hezaran geştiyarên li herêma Ahmedawa ya Başûr bike.

Ewnî her wiha herêmên Ranya, Derbendîxan, Qeladizê û Biradostê ji bo dewleta Tirk a dagirker dike hedef û ji dewleta Tirk dixwaze ku li van herêman êrişan bike.