​​​​​​​Piştî zêdekirina mûçeyan buhayê sotemeniyê ji sedî 100 zêde bû

Duh hikumeta Şamê ragihand ku buhayên sotemeniyê bilind kiriye. Ew yek piştî zêdekirina mûçeyên karmend û malnişînan pêk hat.

​​​​​​​Piştî zêdekirina mûçeyan buhayê sotemeniyê ji sedî 100 zêde bû
16 tebax, 2023   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezêxeran a hikumeta Şamê buhayên sotemeniyê ji sedî 100 bilind kir.

Lîtreya mazota medûm bi 700 lîreya Sûriyeyê bû, rabû 2 hezarî, lîtreya mazota serbest bû 11 hezar û 550 lîre, mazota endustriyê bû 8 hezar. Buhayê benzîna oktan 90 jî ji 3 hezarî bû 8 hezar û ya oktan 95 jî ji 10 hezaran bû 13 û 500 lîreyê Sûriyeyê.

Ev biryara bihabûna sotemeniyê, di demekê de li Sûriyeyê krîzeke aborî heye hate dayîn. Nirxê lîreyê Sûriyeyê li hember dolar nêzî 15 hezaran e.

Welatiyan da zanîn ku biryara wezaretê ya bilindkirina buhayên sotemeniyê dê rewşa debarê xirabtir bike.

Welatiyê bi navê Kînan Merî li ser vê mijarê got: “Tiştê herî girîng gotina li gorî berjewendiya giştî ye. Wê demê li şûna Wezareta Bazirganiyê bikin Wezareta Xwîna Mezêxeran.”

Nîzar Îbrahîm jî got: “Hûn ji berjewendiyên taybet ên welatiyan bi van biryaran şerm nakin û bi wê yekê hûn êşa welatiyan zêdetir dikin.”

Husam Cemal jî got: “Biçin van biryaran betal bikin, ji we re şerm e; gel ji acizbûn, birçîbûn û mehrûmkirinê dimire. Di nava cîhanê de em pêkenok in.”

Beşar Mela jî li ser rûpela xwe ya Facebookê bang li hikumeta Şamê kir ku dev ji bikaranîna welatiyan berde.

Piştî bilindkirina buhayên sotemeniyê bi çend deqeyan, Beşar Esed mûçeyên karmendên dewletê û yên saktora giştî bi rêjeya ji sedî 100 zêde kir. Lê çavdêran got ev zêdebûn ji berîka welatiyan e, bi taybet piştî bilindkirina buhayên sotemeniyê ya bi rêjeya ji sedî zêdetirî 200 pêk hat.

(fr)