​​​​​​​Kongreya Yekitiya Parêzeran dest pê kir

Kongreya 2′yemîn a Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya 72 parêzeran dest pê kir.

​​​​​​​Kongreya Yekitiya Parêzeran dest pê kir
​​​​​​​Kongreya Yekitiya Parêzeran dest pê kir
​​​​​​​Kongreya Yekitiya Parêzeran dest pê kir
​​​​​​​Kongreya Yekitiya Parêzeran dest pê kir
16 tebax, 2023   09:13
QAMIŞLO

Kongreya 2′yemîn a Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Qamişloyê bi beşdariya zêdetirî 72 parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar dikeve.

Kongre li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê tê lidarxistin. Di roja yekemîn a kongreyê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, MSD′ê, TEV-DEM′ê, Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Endamê Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Mihemed Emîn El Neîmî bernameya kongreyê ya du rojan aşkera kir.

Li ser armancên kongreyê, El Neîmî wiha got: "Dê kongre balê bikişîne ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li dijî wî, cezayên dîsplînê û mehrûmkirina ji ′mafê hêviyê′, darizandina çeteyên DAIŞ′ê û rêbaza darizandinê.”

Dê di roja yekemîn de dê tevî axaftinan nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan bi zimanên kurdî û erebî werin xwendin, raporên salê werin xwendin û rewşa rêxistinî ya yekitiyê were nîqaşkirin.

Dê di roja duyemîn de nîqaşên li ser rewşa rêxistinî werin temamkirin û piştre hevserokên yekitiyê, endamên komîteya darayî, endamên dîsîplinê werin hilbijartin û bi encamnameyekê kongreyê bi dawî bibe.

Di 13′yê Nîsana 2019′an de li Kobanê Kongreya Damezirîner a Yekitiya Parêzeran hatibû lidarxistin.

(fr)

ANHA