​​​​​​​Ji ber kêmbûna avê li keviyên Firatê qirêjî zêde bûye

Li gel kêmkirina bênavber a ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, li keviyên çemê Firatê qirêjî zêde bûye.

​​​​​​​Ji ber kêmbûna avê li keviyên Firatê qirêjî zêde bûye
​​​​​​​Ji ber kêmbûna avê li keviyên Firatê qirêjî zêde bûye
​​​​​​​Ji ber kêmbûna avê li keviyên Firatê qirêjî zêde bûye
​​​​​​​Ji ber kêmbûna avê li keviyên Firatê qirêjî zêde bûye
​​​​​​​Ji ber kêmbûna avê li keviyên Firatê qirêjî zêde bûye
​​​​​​​Ji ber kêmbûna avê li keviyên Firatê qirêjî zêde bûye
16 tebax, 2023   01:39
KOBANÊ - CUMA MIHEMED

Asta qirêjiya ava çemê Firatê ya ji ber birîna avê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, bilind dibe. Dewleta Tirk a dagirker ji 30 mehan ve ava Firatê kêm dike.

Ji ber qutkirina ava çemê Firatê çem dibe çirav û asta ava di depoyan de kêm dibe. Bi wê re bandoreke giran li dayîna kehrebeyê, dabînkirina ava vexwarinê û çandiniyê dike.

Sekinandina herikîna avê rêjeya qirêjiyê zêde kir. Ew yek xetereyeke mezin li ser jiyana şêniyên li ber keviyên çem dijîn, çêdike, ji ber ku şêniyên gelek gund û bajarên Sûriyeyê ji bo vexwarinê ava çem bi kar tînin.

(fr)

ANHA