Li gelek navendan pîrozbahiyên Cejna Vejînê

Li Dêrik, Tirbespiyê, Til Birak û Çilaxayê Cejna Vejînê hate pîrozkirin. Her wiha soza domandina têkoşînê heta bidawîkirina dagirkeriyê û pêkanîna hêviyên civata Kurdistanê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate dayîn.

15 tebax, 2023   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li navçeya Tirbespiyê li Parka Rêber Abdullah Ocalan pîrozbahiyek li dar xist. Di pîrozbahiyê de, endamê Saziya Malbatên Şehîdan a navçeyê Fasîh Hisên axivî û îşaret bi giyanê berxwedana Pêngava 15`ê Tebaxê kir ku heta îro berdewam e.

Hisên got pêngavê, bi cîhanê da nasandin ku doza gelê Kurd rewa ye.

Li Çilaxa jî pîrozbahî li hola Roj li dar ket. Di pîrozbahiyê de endamê rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a navçeyê, Feysel Hisên axivî û Cejna Vejînê li Rêber Abdullah Ocalan û tevahî şehîdan pîroz kir.

Bi navê tevgera jinan jî, endama rêveber Sîham Xelîl axivî û got jinan pênbav ji xwe re kiriye nimuneya azadiyê.

Li navçeya Til Birakê jî pîrozbahî li qada Navenda Çandê ya navçeyê li dar ket. Di pîrozbahiyê de endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Hesekê Fatme El Elî, axivî û balkişand ser girîngiya vê rojê ji bo civata Kurdistanê û got: “Ev roj, destpêka serhildanê, şikandina benda tirsê ye. Dîrok guhert, li gor rêgezên Rêber Abdullah Ocalan destkeftî bi dest xistin.”

Fatme îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê kir û got: “Ew bi rêya balafirên xwe sivîlan û aliyên leşkerî dike hedef, sîxuran û şerê taybet li dijî herêrmê aktîv dike. Lê li hember berxwedana me li vir û li çiyayan, ev siyasetên wê bi bin ketin. Ji ber ku me rêgezên Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana girtîgehan bi giyanê fedayî ya şehîd Zîlan ji xwe re kiriye bingeh.”

Pîrozbahiya li Dêrikê li Parka Dîjle hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ubeyd axivî û got: “15`ê Tebaxê, hêz û vîn e. Rojeke nû ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Şehîd Egîd ji me re çirûska azadiyê û berxwedanê li seranserî Kurdistanê pêxist.”

(şx)

ANHA