Di şahiya Qamişloyê de: Şoreşa Rojava berhema Pêngava 15'ê Tebaxê ye

Pêkhateyên bajarê Qamişlo di şahiya pîrozbahiya salvegera 39'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê de destnîşan kir ku Şoreşa Rojava berhema ruhê fedayî ya Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an a bi pêşengiya şehîd Mahsum Korkmaz (Egîd) e û soza tolhildana şehîdên şoreşa azadiyê da.

Di şahiya Qamişloyê de: Şoreşa Rojava berhema Pêngava 15'ê Tebaxê ye
15 tebax, 2023   18:30
QAMIŞLO

Îro bi hezaran şêniyên Qamişloyê; kurd, ereb, suryen û ermen ji bo pîrozkirina salvegera 39'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê şahiyek bi dirûşma "Em Pêngava 15'ê Tebaxê li Rêber Apo pîroz dikin" li dar xist.

Şahî li yarîgeha 12'ê Adarê hat lidarxistin. Di serî de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan dayika şehîd Muhyedîn Gulo, Şemsexan Gulo salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir.

Şemsexan wiha domand: "Bi saya berxwedana fermandar Egîd û hevrêyên wî me şoreşa xwe ya bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan domand."

Piştre, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mahsum Hesen wiha axivî: "Em ê ji bo bidestxistina azadiyê li ser şopa fermandar Egîd û hevrêyên wî bin. Pêngava 15'ê Tebaxê karîbû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike yek û em bi saya wan fermandaran bûn yek û bûn xwedî doza xweparastinê."

Di şahiyê de stran û govend hatin pêşandan.

(mh/şx)

ANHA