4 endamên qebîleya El Cibûr birîndar in

4 endamên qebîleya El Cibûr birîndr bûn ji ber ku çeteyên Dîfa Wetenî ew kirin armanc.

4 endamên qebîleya El Cibûr birîndar in
15 tebax, 2023   18:22
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Li gorî agahiyên ji nexweşxaneyên Hesekê hatine wergirtin, 4 endamên qebîleya El Cibûr birîndar bûne ji ber ku çeteyên Dîfa Wetenî ew kirin hedef.

Her wiha hate ragihandin ku navên her çar birîndaran wiha ne; Xelef Hemîd Mihemed (52) ji piştê xwe de birîndar e, Nayif Fayiz El Mislet (45) ji lingê xwe de birîndar e, Ehmed Ewad El Mihemed (48) ji lingê xwe yê rastê birîndar e û Ebdullah Ehmed El Ebdullah (25) ji ranê xwe de birîndar e.

Qebîleyê 2 caran muhlet da hêzên hikumeta Şamê ku daxwazên wê bînin cih û çeteyên Dîfa Wetenî ji hev bixin û serçeteyê wan li Şamê darizînin.

Her wiha vê êvarê rûspiyekî qebîleyê ragihand ku qebîleyê careke din dem daye hikumeta Şamê ku heta sibe çeteyên Dîfa Wetenî ji hev bixe.

(şx)