Li Şehbayê Pêngava 15'ê Tebaxê bi coş hat pîrozkirin

Li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê salvegera 39'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin.

Li Şehbayê Pêngava 15'ê Tebaxê bi coş hat pîrozkirin
Li Şehbayê Pêngava 15'ê Tebaxê bi coş hat pîrozkirin
Li Şehbayê Pêngava 15'ê Tebaxê bi coş hat pîrozkirin
Li Şehbayê Pêngava 15'ê Tebaxê bi coş hat pîrozkirin
Li Şehbayê Pêngava 15'ê Tebaxê bi coş hat pîrozkirin
Li Şehbayê Pêngava 15'ê Tebaxê bi coş hat pîrozkirin
Li Şehbayê Pêngava 15'ê Tebaxê bi coş hat pîrozkirin
Li Şehbayê Pêngava 15'ê Tebaxê bi coş hat pîrozkirin
Li Şehbayê Pêngava 15'ê Tebaxê bi coş hat pîrozkirin
15 tebax, 2023   18:34
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên kantona Şehbayê û koçberên Efrînê bi dirûşma "Bi rihê 15'ê Tebaxê şerê azadiyê serbixin" salvegera 39'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir. Pîrozbahî li kampa Serdemê ya navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê hat lidarxistin..

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre beşdaran li dengê Rêber Abdullah Ocalan ên der barê girîngiya Pêngava 15'ê Tebaxê de guhdar kir.

Bi navê Saziyên Civaka Sivîl jî Dilsoz Efrîn axivî û Pêngava 15'ê Tebaxê li Rêber Abdullah Ocalan, gerîlayên azadiyê û tevahî gelên azadîxwaz pîroz kir.

Dilsoz Efrîn got, ''Bi ruhê  Pêngava 15'ê Tebaxê wê Kurd li hemberî dagirkerên Kurdistanê berxwedanê mezin bikin û bi ruhê 15'ê Tebaxê wê  dagirker nikaribin Kurdan tune bikin.''

Dilsoz Efrîn soza şopandina xeta şehîdan da.

Her wiha li ser navê Meclisa Malbata Şehîdan a kantona Efrîn û Şehba Fatmê Cemo 15'ê Tebaxê li tevahî gelan  pîroz kir û  got: " Di 15'ê Tebaxê 1984'an de fermadar Egîd cara yekemîn guleya azadiyê berda dilê dijmin. Em malbatên şehîdan em ê bi  ruhê 15'ê Tebaxê tevahî dagirkeriyê têk bibin. Bila dagirkerî bizanibe ku em bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo û şehîdên Kurdistanê gihiştin vê rojê."

Piştî axaftinan,  hunermendên Efrînê stran gotin û li ber stranan govend hatin gerandin.

(ar-zş)

ANHA