​​​​​​​Balyozxaneya DYA’yê êrişa dewleta Tirk şermezar kir

Balyozxaneya DYA’yê ya Başûrê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê êrişa asîmanî ya dewleta Tirk a li ser wesayîta sivîlan a li ser rêya Pêncwênê şermezar kir.

​​​​​​​Balyozxaneya DYA’yê êrişa dewleta Tirk şermezar kir
15 tebax, 2023   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

11’ê Tebaxê balafirek bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Pêncwên-Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê wesayîtek sivîlan kir hedef û di encamê de ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û ragihand ew her êrişek ku di encamê de ziyanên canî û madî digihe xelkê sivîl, şermezar dikin.